Li Amedê 'Rojên Belgefîlman ên Ekolojik' dest pê kirin

img
AMED - Starta Rojên Belgefîlman ên Ekolojiyê ya Gerok, bi belgefîlma bi navê "Kapidakî Kitlik" li ÇandAmedê hat dayîn. 
 
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Docûmentarîst, starta "Rojên Belgefîlman ên Ekolojik a Gerok" ku wê heya 26'ê Gulanê dest pê bikin, li ÇandAmedê da. Di roja ewil de fîlmê bi navê "Kapidakî Kitlik" hat nişandan. Fîlm ji aliyê Bûrak Yucel û Gul Aslan ve hatiye amadekirin. Gelek ekolojist beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pêşî sînevîzyoneke li ser çandiniyê hat nişandan. Paşê Bûrak Yucel axivî. Yucel destnîşan kir ku bi taybetî di 5 salên dawî de xizan û kedkar baş nikarin zexîreyê paqij peyda bikin û got ku ev erdnîgarî ketiye rewşeke wiha ku êdî genim îtxal dike. 
 
Piştî axaftina Yucel belgefîlma "Kapidakî Kitlik" hat nîşandan.