Alî Dogan Gonultaş li Amedê konser li dar xist

img
AMED - Stranbêj Alî Dogan Gonultaş piştî salekê li Amedê konser li dar xist û li ber lawjeyên xwe guhdar û temaşevanên xwe mest kir. 
 
Hunermend Alî Dogan Gonultaş ku ew bi şêweya xwe ya stranên dimilkî-kirmanckî tê zanîn li Amedê konserek li dar xist. Konser li Navenda Çandê û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Gelek hezkiriyên muzîkê di konserê de amade bûn. 
 
Hunermend Alî Dogan Gonultaş û muzîkjenên xwe piştî ku guhdar-temaşevanên wan amade bûn cihê xwe li ser dikê girtin. Gonultaş piştî strana ewilî bi zaravayê kirmanckî-zazakî û tirkî axivî û bi xêrhatina mêvanên xwe kir. Gonultaş diyar kir ku ew piştî salekê hatiye Amedê konser li dar dixe û ew dîsa li hemberî hezkiriyên xwe ye. 
 
Gonultaş konsera xwe bi qasî saetek û nîvê bi rê ve bir û stranên kirmanckî û kurmancî yên ji hev xweştir strî. Her wiha stranek ermenkî jî strî. Gonultaş bi piranî stran ango lawje-beyt yên çanda elewîtiyê ku guhdar û temaşevanan mest kirin, strî. Gonultaş di strana dawî de coşa konserê derxist asta herî jor û bi reqs û govenda ku gerand reng da coş û kêfa konserê.