Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekeşî, Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat dest pê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat dest pê kirin. 
 
Serlêdanên 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê li darxistin, dest pê kirin. YXA’yê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku pêşbirka îsal diyarî Sara Hogir Ruha, Bîşeng Brusk û rojnameger Seyîd Evran ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane dikin. 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku divê kesên dixwazin tev li pêşbirkê bibin heta
dawiya hezîrana 2024’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.
 
Xelatên pêşbirkê jî dê di 8’ê tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê bên belavkirin. 
 
MERCÊN TEVLIBÛNA PÊŞBIRKÊ 
 
Di daxuyaniyê de mercên tevlibûna pêşbirkê wiha hatine rêzkirin: 
 
* Serlêdêr dikarin bi berhemên xwe yên bi zimanên kurdî (bi zaraveyên kurmancî, dimilkî û soranî), erebî û tirkî tev li bibin. 
 
* Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin.
 
* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de bi çîrokekî û di beşa wêne kêşan de jî herî zêde bi 2 berheman beşdar bibin.
 
* Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta dawiya hezîrana 2024’an bi rêya e-mailê bigihînin destê me.
 
NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ
 
Serlêdêr dikarin li ser van navnîşanan serî li pêşbirkê bidin:
 
* E-Mail: Yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
 
* Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat
 
* Jimara tlf: +964 751 842 55 76
 
* Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat
 
* X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat