Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin

SÊRT - Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî ya li Sêrtê dê bê restorekirin. Emîn Evîn ku ersaya keşîşxane di nav de kiriye wiha got; “Min nexwest xiyanetê li xeyalên dapîra xwe bikim” û erdê keşîşxaneyê ji bo restorasyonê bexşî Weqfa Keldanan kir. 
 
Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup (Keşîşxaneya Deyr Mîr Yakup) ku li ser girekî li devera Deyrê ya navenda ser girekî hatiye çêkirin û Çemê Botanê jî baş dibîne, ji ber xemsariyê li ber tunebûnê ye. 
 
Di Qirkirina Ermenan a ji sala 1915’an destpêkirî de kîtabeya keşîşxaneyê tune bû û pirtûkên di pirtûkxaneya wê de jî hatin şewitandin. Lewma nayê zanîn bê ka kengî hatiye avakirin. Hinek çavkanî dibêjin ku di sedsalên 16’emîn an jî 17’emîn de hateiye avakirin. Di heman demê de li ser dîwarên keşîşxaneyê nivîsên bi zimanê sumerî hene lewma tê gotin ku xwedî dîrokeke herî kêm 2 hezar salî ye. Li gorî gotegotan Hz. Îsa jî li vir bûye mêvan û keldan, nastur, gortî, xiristiyan û ermenan li vir taetê xwe kirine. 
 
Keşîşxaneya ku xwedî dîrokeke wiha ye, piştî Qirkirina Ermenan terkî qedera xwe hate kirin, sermetran Addey Şêr jî li çoltarê Dihê ji hêla leşkeran ve di şikeftekê de hatiye girtin û kuştin. 
 
JI BO RESTORASYONÊ DÊ PROJEYÊ PÊŞKÊŞÎ WEZARETÊ BIKIN 
 
Ermenên li Ewropayê dijîn ji bo restorekirina keşîşxaneya terkî qedera xwe hatiye kirin, di sala 2005’an de 150 hezar euro pere ji Şaredariya Sêrtê re şand. Lê belê ji ber ku Wezareta Çandê ev restorasyon qebûl nekir, ev pereye paşve hate şandin. Welatiyê bi navê Emîn Evîn (65) ku erdê keşîşxane li ser e kirî, ji bo careke din were restorekirin erdê xwe bexşî Weqfa Keldanan kir. Weqfê ji bo restorasyonê projeya xwe amade kiriye û tê payîn ku di rojên pêş de pêşkeşî Wezareta Çand û Turîzmê bike. 
 
DÎROKA KEŞÎŞXANEYA JI DAPÎRA XWE GUHDARÎ KIRIYE VEGOT 
 
Emîn Evîn, tiştên ji dapîra xwe Nesro Evîn ku sermetranê dawî Addey Şêr ji nêz ve nas dikir û gelek tişt jê bihîstin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) vegot. 
 
Evîn, da zanîn ku dapîra wî di sala 1978’an di 110 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye û di navbera dapîra wî û sermetran Addey Şêr de girêdaneke xurt hebû. Evîn, anî ziman ku dapîra wî ji bo sermetran digot “Kekê min ê axretê” û wiha domand: “Dapîra min digot ku sermetran alîkariyên ji Ewropayê dihatin li misilmanên derdorê belav dikir û kesekî gelek xêrxwaz bû. Dapîra min digot ku keşîşxaneya niha bûye xerabe, mezintirîn keşîşxaneya li Mezopotamyayê bû. Lewma 40 dêr girêdayî vê keşîşxaneyê bûn. Erdê dapîra min û wan nêzî vê derê bû lewma têkiliyên wan xurt bûn.” 
 
Bi domdarî Evîn anî ziman ku li gorî gotinên bavê wî ji sala 1915’an Qirkirina Ermenan heta salên 1930’î jî keşîşxane hêj saxlem bû û wiha pê de çû: “Ev jî bapîrê min ji bavê min re gotiye. Bapîrê min gotiye; ‘Ermen hatibûn qetilkirin, mirov tê de nedijiyan lê yek kevir jî jê neketibû.’ Piştî sala 1920’an jî misilman hatine vê derê. Tapûyên van erdan girtine ser xwe. Piştre kesek xwedî lê derneket lewma dema miletî dest bi geriyana xizîneyan kirî, kete vî halî.” 
 
Di berdewamê de Evîn daxuyand ku têkildarî keşîşxaneyê di navbera misilmanan de hinek gotegot belav bûne lewma gelek kesan zarokên xwe yên astengdarên zêhnî anîne vê derê, carnan jî jinên zarokên wan nebûne hatine keşîşxaneyê. Evîn, wiha got: “Ez bûm şahidê du bûyeran. Hêj niha jî xelkê ji derve ji bo zarokên wan bibin tên vê derê, avê lê direşînin. Ev bawerî hêj niha jî heye.” 
 
KEŞÎŞXANE BEXŞÎ WEQFA KELDANAN KIR 
 
Evîn, da zanîn ku piştî dapîra wî di navbera salên 1978-80’an de wefat kirî, ji bo kirîna erdê keşîşxaneyê nêzî 2 hezar pezê xwe firotiye û ev tişt anî ziman: “Ji bo kirîna vî erdî teklîfên pereyan ên pir mezin hatin kirin lê ji bo nekeve destê defînegeran, min ev erd nefirot. Tapûya vê derê hêj ser navê min e. Lê ji bo restorekirina keşîşxaneyê, min ev der beşxî Weqfa Keldanan kir ku metropolîtên Addey Şêr in. Dema min bexş kirî jê jê re got; ‘Ev der cihekî dîrokî ye, divê winda nebe, ev der dîroka cîhanê ye. Ne tenê em, gelek ol, qewm û bawerî ji vir derbas bûne. Lewma ez bexşî we didim.’ Wan jî soz dan ku dê vê derê saxlem bikin. Lewma min bexşî wan kir.” 
 
'MIN NEXWEST XIYANETÊ LI XEYALÊN DAPÎRA XWE BIKIM’ 
 
Evîn, got ku dapîra wî beriya bimire tiştên di dema Qirkirina Ermenan de hatine kirin jê re vegotiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dapîra min got; ‘Zarokên dayik û bavê wan hatin kuştin, pîsatiya xwe dixwarin. Perîşe bûbûn. Ez pir girîngiyê didim keşîşxaneyê. Dema ji bo vê derê teklîfa pereyan ji min re hatî kirin, min got naxwazim xiyanetê li xeyalên dapîra xwe bikim. Me ji wan pir hez dikir... Lewma min ji zarokên mamê xwe re jî got, min destûr ji wan jî xwest. Min ji keşe re got; ‘Heke hûn vê derê çênekin ez ê qebûl nekim.’ Tekane xeyala min ew bû ku ev der jinûve were avakirin. Ji bo min bes e ku zarok û neviyên dapîra min xeyala wê bibînin.” 
 
WEQFA KELDANAN: EM Ê DEST BI RESTORASYONÊ BIKIN 
 
Me xwe gihand rayedarên Weqfa Keldanan. Rayedaran got ku wan 3-4 meh berê ji bo restorasyonê bi Wezareta Çand û Turîzmê re hevdîtin kirine û hevdîtin erênî derbas bûye. Rayedaran got ku dê di demekî herî nêz de projeya xwe pêşkeşî wezaretê bikin û dest bi restorekirinê bikin. 
 
Rayedaran anî ziman ku li Sêrtê tu keldan nemane lê ji ber girîngiya wê ya dîrokî dixwazin keşîşxaneyê restore bikin û wiha gotin: “Tu bendewariyeke me jê nîne û em ê nedin xebitandin. Tekane daxwaza me ew e ku ev dîrok bijî. Bila cihên turîstîk ên olî yên sêrtiyan hebin. Zindîhiştina dîrokê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sêrtê girîng e.” 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel