Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest

AMED - Şanoger-lîstikvan Erdal Kaya bi Stand-Upa xwe ya “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan û bi lîstika 100’emîn ango bi lîstika li Amedê xatir ji vê serdemê xwest.

 
Lîstikvan Erdal Kaya bi Stand-Upa xwe ya “Vik û Vala” ya dawî li Amedê derket pêşberî temaşevanan. Kaya li eywana Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika xwe ya 100’emîn derket ser dikê. Ji hezar kesî zêdetir welatî temaşeyî lîstikê kirin. Erdal Kaya bi vê lîstika 100’emîn dawî li vê serdemê anî. 
 
Kaya bi coş û peroşa û henekên xwe derket ser dikê û bi hatina xwe ya ser dikê re temaşevanên xwe kenand. Ji kêliya destpêkê heta dawî temaşevanan kêfxweş kir û wan kenand. Temeşavanan bênavber ji Kaya re li çepikan dan. 
 
Kaya bi skêçên cuda yên di nava Stand-Upê de balê kişand ser mijarên aktuel û yên kevn ên kurdan. Kaya di skêçên xwe de gelek mijaran jî rexne dike û her wiha pesnê gelek mijaran jî dide. 
 
Di lîstika ku kêliyek jî atmosferek kêfxweş û bi ken ji eywanê kêm nebû, Kaya xatirê sezonê ji temaşevanan xwest û temaşevanan jî li ser pêya li çepikan da.