6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin

AMED - 6’emîn Rojên Ma Musicê dê 1’ê hezîranê dest pê bike û diyarî hunermend Rênçber Ezîz tê kirin. Perwerdekarê Ma Musicê Ferhat Ertaş banga tevlibûnê kir û wiha got: “Werin em rewşa heyî ya Amedê veguherînin kurdî.”
 
Li Amedê 6’emîn Rojên Ma Musicê di 1’ê hezîranê de li Qada Bajêr (Kent Meydani) dest pê dike. Bername dê heta 12’ê hezîranê bidome û dê di çarçoveya bernameyê de konser, performansên solo, dengbêjî, mezûniyeta xwendekaran û panel bên lidarxistin. Ma Musicê ragihand ku ew dê van rojên muzîkê diyarî bîranîna hunermendê kurd Rênçber Ezîz ku ji bo hunera kurdî kedeke mezin daye, bikin. Ma Music bi vê bernameyê armanc dike ku asta perwerdehiya şagirtên xwe hîn bibe.
 
Ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş der barê konserên dê li dar bixin de ji ajansa me re axivî û behsa bernameyê kir. 
 
'EM ÇANDA KURDÎ DIGIHÎNIN NIFŞÊN SIBEROJÊ' 
 
Ertaş da zanîn ku wan 7 sal berê li Amedê bi mamosteyên ji hemû hêlên Kurdistanê re Ma Music ava kirine û diyar kir ku ew xebatên xwe bi awayekî rêk û pêk dimeşînin. Ertaş destnîşan kir ku ew tenê perwerdehiya muzîkê nadin, her wiha ew bîra miletekî zindî dihêlin. Ertaş anî ziman ku Ma Music ekolek e û wiha pê de çû: “Ev bû cara 6’emîn em rojên muzîkê li dar dixin û dixwazin ku perwedehiya em didin şagirtên xwe ka di çi astê de ye hîn bibin. Dê hinek şagirtên me ji akademiya zarokan mezûn bibin û dê perwerdehiya yên din jî bidome. Em ji bo ku çanda kurdî bigihînin nifşê nû û vê xebatê pêşvetir bibin, zarok û ciwanan perwerde dikin.”
 
‘XWEDÎ DERKETIN XURT E’
 
Ertaş bi lêv kir ku rojên Ma Musicê her sal bi heman coşê derbas dibe û got ku ji aliyê xwedî derketinê ve sekneke milet a xurt heye. Ertaş bal kişand ser xwedî derketina zarokan û bi bîr xist ku dê di pêşerojê de pêşengên vî miletî ev zarok bin. Ertaş bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ji bo ku zarokan bigihînin, keda herî mezin a malbatan e. Ji bo ku Ma Music li ser pêyan bimîne malbat û hevalên me kedeke mezin didin. Her wiha em carna rojên Ma Musicê diyarî navdarên kurdan dikin û me ya 4’emîn diyarî Egîdê Cimo kiribû, em a 6’emîn Rojên Ma Musicê jî diyarî bîranîna hunermend Rênçber Ezîz bikin.”
 
‘WERIN TEV LI KELECANIYA ME BIBIN’
 
Ertaş diyar kir ku mirov kesan ji çand û zimanê wan ji hev dike û destnîşan kir ku divê kurd ji bo nasnameya xwe, xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Ertaş bang li gelê kurd, hunermend, siyasetmedaran û hemû dînamîkên civakê kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Werin em bi hev re rojên Ma Musicê pîroz bikin û em bi hev re rewşa Amedê ya heyî veguherînin kurdî. Amed paytexta Kurdistanê ye û divê bêhna kurdayetiyê jê bê. Ji her derî gelê me dikare bên tev li kelecaniya me bibin û taybetî jî em gelê xwe vedixwînin roja yekemîn a li Kent Meydaniyê." 
 
MA / Bazîd Evren