Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev

STENBOL - Orkestraya Mezopotamyayê ku bi pêşengiya hunermendên kurd bi dirûşmeya "orkestrayeke demokratîk" hat avakirin, hewl dide ji neteweyên cuda hunermendan bîne cem hev. 
 
Orkestraya Mezopotamyayê ku ji aliyê gelek hunermendên kurd ve hat avakirin, armanc dike ku hunermendên ji gelên cuda bîne cem hev. Orkestraya ku 6 meh berê bi dirûşmeya "Orkestraya Demokratîk" dest bi xebatên xwe kir, li Îzmîrê konsera xwe ya ewil da.
 
Derhêner û Aranjorê Orkestraya Mezopotamyayê Kemal Yildirim têkildarî xebat û armancên orkestrayê ji ajansa me re axivî.
 
ORKESTRAYEKE NÊZÎ 30 KESÎ
 
Yildirim diyar kir ku ew demeke dirêj li ser fikra avakirina orkestrayê fikirîne û got ku wan bi komeke ku ji 30 muzîkjen û hunermendan pêk tê orkestrayê ava kiriye. Yildirim diyar kir ku armanca wan mezinkirina orkestrayê ye û wiha got: “Mezopotamya dergûşa mirovahiyê ye û bi mîrateya xwe ya dîrokî erdnîgariyeke qedîm e. Li welatên xwe mazûvaniya gelek çandên cuda kiriye. Ji bo mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Me pirsa ku em dikarin erdnîgariya Mezopotamyayê di bin navê muzîkê de bînin ziman ji xwe pirsî û di vê çarçoveyê de me xwest karakterê vê erdnîgariyê bi muzîkê vebêjin."
 
12 BERHEM HATIN ARANJEKIRIN
 
Yildirim diyar kir ku ew di xebatên xwe de nasnameya jinê, pirçandîbûn û demokratîkbûnê esas digirin û got ku xebata yekemîn ew e ku 12 berhemên komên Koma Amed û Agirê Jîyan ên ku berê girêdayî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bûn, hilbijartine û wan ji nû ve aranje kirin.
 
Yildirim got: “Lê me zêde mudaxeleyî ruhê şoreşgerî û çandî yên xebatan nekir. Me tenê guhertinên piçûk çêkir. Me motîfên nû li stranan bar kir. Lê wek min got, berhem ruhê salên 1990'î di xwe de hewandin. Piştre me konsera xwe ya yekem li Îzmîrê li dar xist. Di konsera me de coşeke mezin hebû. Di vî warî de ev rewş da der ku hilberîna me çiqas rast bûye. Ev ji bo me bû moraleke mezin." 
 
Yildirim bilêv kir ku ew vê qada hilberînê dixwazin ebrfirehtir bikin û got ku ew dixwazin Orkestraya Mezopotamyayê bibe orkestraya gel. 
 
Yildirim da zanîn ku li cîhanê, Tirkiye û Kurdistyanê awayê bilêvkirin muzîkê her roj diguhere û got ku ew jî di vê çaçroveyê de muzîka xwe ya şoreşger ji nû ve şîrove dikin û hildiberînin. 
 
AMADEKARIYA KONSERÊ
 
Yildirim diyar kir ku dê di rojên pêş de li Kurdistan û Tirkiyeyê konseran bidomînin û got, “Em wekî Orkestraya Mezopotamyayê dixwazin bi gelê xwe re bên cem hev û stranên xwe bibêjin. Em hêvî dikin ku gelê me jî li cem orkestraya me be. Ji bo me girîng e ku gel guh bide me û li cem me bisekine. Û ez bawer dikim ku gelê me wê Orkestraya Mezopotamyayê biparêze."
 
MA/ Omer Îbrahîmoglû