Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir

img

AMED - Hunermend Mehmet Atli li Amedê 30 saliya hunermendiya xwe bi konserek ezamet pîroz kir. 

 
Hunermend Mehmet Atli yê ji sala 1994’an ve bi hunera kurdî re mijûl e, 30 sal li pey xwe hişt. Atli bi wesîleya 30 saliya hunermendiya xwe li Amedê konserek ezamet li dar xist. Konser li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve çû. Bi sedan welatî û muzîkhez jî ji bo konserê amade bûn. 
 
Mehmet Atli 30 saliya huneriya xwe bi dirûşma “Muzîk wargeha min e” pîroz dike. Hunermendê ku bi strandina stranên kirmancî-zazakî û kurmancî tê zanîn, bi tevî orkestraya xwe û vokalîsta xwe derketin ser dikê. 
 
Stranbêjê dengxweş Mehmet Atli ku bi terza xwe ya muzîkek henûn tê zanîn, konsera xwe bi strana “Ay lê gulê” ya hunermend Mihemed Şêxo da destpêkirin û bi strana “Kejê” hunermend Mihemed Arifê Cizrawî qedand. Atli gelek stranên gelerî û folklorîk yên bi dimilkî û kurmancî strî. Eywan bi dengê stranên dimilkî û kurmancî şên û geş bû û kêf û coşa temaşevanan jî renga da konserê. 
 
Atli di kêliya navbera stranan de bi dimilkî, kurmancî û tirkî jî axaftinan kir û got ew 30 saliya huneriya xwe li gelê xwe û li Amedê pîroz dike. Atli stranên xwe got û guhdar û temaşevanên wî lê vegerindin. 
 
Di kêliyekê de hunermend Atli cihê xwe ji muzîkjenan Baran Ertaş ê kemanjen re hişt. Baran strana “Medîna min” strî û li ber dengê kemana xwe temeşevanan mest kir. 
 
Herî dawî li ser israra welatiyan Atli bi awayê govendî enstrûman jenand û welatiyan govend gerand.