Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’

img
STENBOL - Pêşangeha “Dest bi dest berxwedana me’ ku xêzên Fîgen Yuksedag û gelek girtiyên siyasî di nav de hebûn, rastî eleqeyeke zêde hat. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Çand Hunerê (BEKSAV) pêşangeha “Dest bi dest berxwedana me” li dar xist. Pêşangeh dê du rojan vekirî bimîne û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de resmên ji hêla gelek girtiyan ve hatine xêzkirin cih girtin. 
 
Pêşangeh li baxçeyê BEKSAVê hatiye vekirin û tevî rêxistinên jinan û partiyên siyasî, gelek kes tev li bûn. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîndar di pêşangehê de got ku ew di resman de hestên jinên girtî dibînin. Sîncar, got ku jin di nava çar dîwaran de têkoşîneke mezin didin û ew di van resman vî ruhî dibînin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî got ku nêrîna jinên girtî ya çîçek, dar, tav û asîman cuda ye û bi resmên xwe li dijî faşîzmê têkoşîna azadiyê nîşan didin. 
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ
 
Otlu, got ku li girtîgehan tecrîd heye û divê ew bi girtiyan re pirekî danin û hemû amûrên rûxandina tecrîdê bi kar bînin. Otlu, wiha domand: “Heke wan ji me re resm şandibin, em jî ji wan re peyvên vê cîhanê anku nameyan bişînin. Divê em ji radyoyayn daxwazan bikin, biçin hevdîtinan û pirtûkan bişînin. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan jî yek bi yek hemû resmên di pêşangehê de bi beşdaran dan nasîn.