Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin

AMED - Zarok Ma’yê sê sal li pey xwe hişt. Malbatên ku zarokên wan tên perwerdekirin diyar kirin ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê zarokên xwe dişînin Zarok Ma’yê û gotin zarokên wan bi hişmendî, nirx û dîroka xwe mezin dibin. 
 
Zarok Ma an jî dibistana muzîkê ya zarokan ku di bin banê Ma Musicê de ye, di 6’ê tîrmeha 2021’an de hat damezrandin. Zarok Mayê sê salên têr û tije li pey xwe hişt. Zarok Ma ji roja ava bûye heta îro li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabûye û bi perwerdehiya kurdî, stran û amûrên muzîkê rê li ber pişaftinê digire. Zarok Ma’yê di salvegera 3’yemîn de şahiyek li dar xist û sertîfakayan da zarokan. Zarokên ku temenê wan di navbera yek salî û 5 salî de ne li vir tên perwerdekirin. Malbatên zarokan têkildarî bandora perwredehiyê ya li ser zarokên xwe axivîn. 
 
ZÎNDAR LI ZAROK MA’YÊ MEZIN DIBE
 
Bêrîtan Orak da zanîn ku keça wê Zîndar 3 salî ye û ev du sal in wê dibe Zarok Ma’yê û keça wê li Zarok Ma’yê perwerdehiya muzîkê û civakî tê perwerdekirin. Orak anî ziman ku ew her dem bi keça xwe re bi kurmancî diaxive û got: “Hem em li malê pê re bi kurmancî diaxivin û hem jî li Zarok Ma’yê bi zimanê xwe zikmakî tê perwerdekirin. Ev jî ji bo me hestek pir ezamet û xweş e. Lê mixabin her qadên jiyanê bûye bi tirkî. Zîndara di nava civakek ewqas bi tirkî de diaxive dema dibîne yek bi kurdî diaxive dibêje, ‘Yadê binêre ev jî mîna me diaxive’. Li welatek ewqas ku kurd lê dijîn êdî axaftina bi kurdî ji me re bûye hesret, ev yek jî me pirr xemgîn dike. Zarok jî dema ferqa vê yekê dibînin şaş û metel dimînin.” 
 
GIRÎNGIYA HIŞMENDIYÊ
 
Orak diyar kir ku ew dixwaze keça xwe bişîne saziyên ku bi kurdî perwerdehiyê didin û wiha got: “Çimkî li saziyên ku bi kurdî perwerdehiyê didin, di heman demê  de zarokên me di warê hişmendiyê jî tên perwerdekirin. Hewcedariya me bi saziyên bi vî rengî heye. Çimkî zarokên me siberoja civakê ne. Her çiqas pergal bi van polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser me were jî divê hem jî li ber vê rabin û xurt tevbigerin. Mesele tenê ne axaftina bi kurdî ye, di heman demê de divê hebûn û nebûna me bi hişmendiya kurdî têrkirin. Heke mesele tenê axaftina bi kurdî bûya, wa TRT Şeş jî bi kurdî diaxive lê pir eşkere li holê ye ku xizmeta kî û çi dike.” 
 
‘LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ WÊ DIŞÎNE MA’YÊ
 
Fatma Dîlekçî jî da zanîn ku keça wê Roza piştî hatiye Zarok Ma’yê êdî hin bêtir ji derûdora xwe fam dike û xwe baştir tîne ziman û wiha axivî: “Jiyana xwe bi ziman û çanda xwe dihûnîne. Li ser çand û zimanê me polîtîkayek asîlîasyonê ya pir dijwar tê meşandin. Min jî li dijî vê asîlîmasyonê biryar da ku ez keça xwe bişînim Zarok Ma’yê û bi hişmendiyek kurdî mezin bibe. Em dixwazin her kes zarokên xwe bişîne Zarok Ma’yê.” 
 
‘DIVÊ KREŞ Û DIBISTANÊN ME ZÊDETIR BIBIN’ 
 
Şevîn Sarûhanlioglû jî diyar kir ku lawê wê Rodîn berê pirr şermokeyî bû û nediaxivî û piştî wê lawê xwe şandiye Zarok Ma’yê di warê hişmendiyê de gelek bi pêş ve çûye. Sarûhanliolgû da zanîn ku piştî lawê wê li Zarok Ma’yê hatiye perwerdekirin gelek ji perwerdehiya bi kurdî hez kiriye û got: “Beriya lawik çêbibe, min biryar dabû ku ez ê pê re bi kurdî biaxivim. Min wisa jî kir. Saziyên me yên ku bi kurdî perwerdehiyê didin, gelek hindik in. Lê dibistan û kreşên ku bi zimanê biyanî perwerdehiyê didin gelek in. Ez naxwazim lawê xwe bişînim cihek ku perwrdehiya biyanî dide. Lewma divê em û hemû saziyên me bikin ku kreş û dibistanên me yên bi kurdî zêdetir bibin. Heke em ji bo zarokên xwe alternatîfan zêde nekin û neafirînin, wê zarokên me li saziyên biyanî wek biyaniyan mezin bibin û wê bên asîmilekirin. Pêwîste hemû malbatên me li malê û li her qadên jiyanê bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin.” 
 
‘ZAROKÊN ME NIRX Û DÎROKA XWE HÎN DIBIN’ 
 
Fatma Ekîncî jî destnîşan kir ku ev du sal in ew keça xwe dişîne Zarok Ma’yê û got: “Zarokên me yên ku tên vir hin bêtir ji zimanê xwe hez dikin û diaxivin. Solîna min jî yek ji van zarokan e. Zarokên me li Zarok Ma’yê hînî st ran, çîrok û çanda xwe dibin. Di heman demê de zarokên me li Zarok Ma’yê bi cewhera xwe, nirx û dîroka xwe mezin dibin.” 
 
‘HEKE HEWCE BIKE EZ Ê 20 SAL WÎ JI BISMILÊ BÎNIM AMEDÊ’ 
 
Mustafa Onen ê ku li navçeya Bismila Amedê rûdinê jî da zanîn ku ji bo lawê wî Egît perwerdehiya bi kurdî bibine her roj ew wî ji Bismilê tîne Amedê û wiha axivî: “Ji bo lawê me perwerdehiya bi kurdî bibîne ne 2 sal 20 sal jî bibe ez ê wî her roj ji Bismilê bînim Amedê. Çimkî li ser çand û zimanê me polîtîkayek asîmîlasyonê ya dijwar heye. Dayik û bavên me bi tirkî nizanibûn lê niha hema bêje tevahiya zarokên me bi kurdî nizanin. Ev paradokek mezin e. Divê em pêşî li vê asîmîlasyonê bigirin. Divê em li ber polîtîkayên asîmîlasyonê rabin û têbikoşin.”