Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm

ÎZMÎR - Koma Agirê Zerdeşt ku stranên gelek kom û hunermendan dibêjin, ji xwe re kiriye armanc ku xebata xwe ya 28 salan bike albûm û bi vî awayî derkeve pêşberî muzîkhezan. 
 
Koma Agirê Zerdeşt di sala 1996’an de hatiye damezrandin. Kom ji roja hatiye demazrandin ve stranên komên muzîkê ku belav bûne û hunermendan dibêje. Ew bi stran ango berhemên hunermendên din tên nasîn. Kom armancek daniye pêşiya xwe ku albûmek ji arşîvê pêk tê amade bike. Koma Agirê Zerdeş ku demek dirêje belav bûbû, di Newroza îsal a Îzmîrê de carek din li hev civiya û derket ser dike û xwe ji nû ve da hev. Ew niha di bin banê Jîn Artê de xebatên xwe bi rê ve dibe û performansan wê gelek tê ecibandin. Kom dixwaze albûkek ji stranên arşîva 28 salan pêk tê amade bike. 
 
Endamê Koma Agirê Zerdeşt Bulent Kiliç ê ku ji sala 1995’an ve di kursa tembûrê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi karê hunerê kir û solîstê komê Yaşar Demîr li ser çîroka koma xwe û plansaziya pêşiya xwe axivîn. 
 
KOMÊ MUZÎKJENÊN XWE AFIRANDIYE 
 
Bulent Kiliç da zanîn ku koma wan her tim muzîkjenên xwe afirandiye û got: “Heke gîtarjenê/a bas tunebûya me diafirand. Heke tembûrvan nebûya me diafirand. Her tim li gorî derfetên xwe û ji şagirtên NÇM’ê muzîkjenan daxilî xwe dikir. Di nava demê de ez jî daxilî komê bûm. Di sala 2007’an de koma me ku belav bûbû carek din xwe komî ser hev kir. Gelek hevalên me stranbêj berhemên ku komê çêkir, gotin. Kom her tim xwest bi berhemên xwe li ser pêya bimîne. Ji sala 2012’an heta 2014’an bi hevalê Yaşar re me xwest em komê li ser pêya bigirin. Em çûn gelek konseran. Me dest bi xebata albûmê kir. Lê me neqedand. Ji sala 1996’an ve her tim em kom bûn û belav bûn.” 
 
PÊVAJO ZORÊ LI WAN KIRIYE 
 
Kiliç bi bîr xist ku ew îsal carek din bi beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozên li herêma Egeyê re carek din xwe komî ser hev kirine û got: “Koma me bi 5 kesan xebata xwe dike. Bi rastî jî pêvajo gelek zor bû. Me bi terza otantîk hilberandina muzîkê dewam kir. Repertûara me ji stranên salên berê pêk tên. Dem bi dem rexneyên vê yekê jî li me tên kirin. Em ê îro jî stranên û muzîka xwe bejin.” 
 
STRANÊN GEL 
 
Ji solîstên komê Yaşar Demîr jî diyar kir ku ew wek Koma Agirê Zerdeşt her tim dixwazin stranên gel biafirînin û bejin û wiha got: “Keda Koma Agirê Zerdeşt a di nav xebatên çand û hunera kurdî de xwedî cihek girîng e. Stranên me yên ku ji aliyên komên din ve jî hatine gotin, bo me gelek bi nirx e. Koma me xwedî afirîneriya çareseriyê ye. Jixwe ev ruhê kolektîf û çareseriyê me dike kom.”
 
'EM DIXWAZIN ALBÛMEKÊ AMADE BIKIN’ 
 
Demîr anî ziman ku ew bi qasî ku du albûman tije bikin stran strîne û got: “Di vê pêvajoyê de ji bo forma 20-25 stranên me bê rûniştandin, em di nav hewldanan de ne. Ji bo me wateya her stranekê cuda ye û heye. Em hewl didin bi awayek rast û xweşik kevirekî deynin ser dîwarê çand û hunera kurdî. Em ji bo albûmekê xebatê dikin. Lê em nizanin wê sibê çi derkeve pêşiya me. Em dixwazin stranên xwe bi albûmekê tacîdar bikin. Di encamê de em hilberîna keda 28 salan îcra dikin.”