22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike

img
DÊRSIM - Starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê sibe bê dayîn. Di mîhrîcanê de dê balê bikişînin ser êrişên li dijî xweza û çanda bajar. 
 
Starta 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dê di 25’ê tîrmehê de bê dayîn. Mîhrîcan dê heta 28’ê tîrmehê bidome. Mîhrîcana îsal dê bi dirûşma “Em ê rê nedin xespkirina xweza û îradeya me” bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê panel, semîner, meş, konser û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. 
 
Ji endamên Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Emîr Alî Genç diyar kir ku ji ber êrişên li dijî xweza û çanda bajar pêdivî bi mîhrîcanê dîtine. Genç, wiha domand: “Ji bo xwedîderketina li bawerî, çand û xwezaya Dêrsimê ev mîhrîcan dest pê kir û heta îro hat. Mîhrîcana îsal ji hêla hêzên ked û demokrasiyê ya Dêrsimê ve tê organîzekirin.” 
 
ARMANCA ‘VEGERA LI CEWHERÊ’
 
Genç, destnîşan kir ku ew dixwazin çanda Dêrsimê bidin jiyîn û zextên heyî derxînin holê. Genç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo mîhrîcanên salên dawî rexne dihatin kirin. Mîhrîcan ji cewhera wê hat dûrxistin. Mîhrîcan êdî tenê bi çalakiyên weke geşt û konserê hat zanîn. Armanca me ya ji mîhrîcana îsal ‘vegera li cewherê’ ye. Naveroka bernameyê jî dewlemend e. Em ê vê bixin pratîkê.” 
 
Genç, banga piştevaniyeke xurt li hemû derdoran kir.