NAVENDA NÛÇEYAN - Azerbaycanê, li hin bajar û herêmên welat, ji ber şerê bi artêşa Ermenîstanê re, rewşa şer îlan kir.
Meclîsa Netewî ya Azerbaycanê, di saetên serê sibê de, li hin bajar û herêmên welat ji ber şerê bi artêşa Ermenîstanê re, rewşa şer îlan kir. Hat ragihandin ku ev mijar heya 24 saetan derbasdare.
Ermenîstanê jî, di saetên serê sibê de, rewşa awarte îlan kiribû.