Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir

  • cîhan
  • 15:06 7 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementoya Iraqê ji ber amadekariyên hilbijartinê xwe fesix kir, statuya hikumetê jî hat guhertin. 

Li Iraqê beriya hilbijartinên ku di 10’ê Cotmehê de werin lidarxistin de Meclîsê xwe fesix kir. Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Haddad, ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê INA’yê re axivî û wiha got: “Parlemento wê îro xwe fesix bike. Ji bo ku ev biryar were girtin hewce nake tu rûniştin werin li dar xistin. Ji ber ku parlementoyê di 31’ê Adarê de biryara xwe dabû. Biryar wê ji îro ve bikeve meriyetê.”
 
Piştî biryara fesixkirinê statuya hikumeta di serokatiya Mûstafa Kazimî de xwe bi xwe weke “hikumeta karên rojane bi rê ve dibe” hat guhertin.