El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine

  • cîhan
  • 13:40 22 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El Xezelî diyar kir ku PDK û Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine. 
 
Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El Xezelî, di daxuyaniyekê de bal kişand ser têkiliyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tirkiyeyê. El Xezelî, destnîşan kir ku Tirkiyeyê li ser Şengalê bi PDK’ê re li hev kiriye û dixwaze Şengalê dagir bike. 
 
El Xezelî, destnîşan kir ku Şengal dikeve sêgoşeyeke stratejîk û li ser rêya hevrişîmê xwedî cihekî girîng e. Bi domdarî Xezelî ev tişt anî ziman: “Lewma dewleta tirk dixwaze Şengalê û gelek bajarên bakurê Iraqê dagir bike. Yek ji armancên Tirkiyeyê jî ew e ku kurdên Başûr û Rojava ji hev qut bike. Kazimî jî parçeyek vê planê ye. Aloziya li Şengalê, bi êrişa Tirkiyeyê re hemwext êrişkirina Şengalê jî nîşan dide ku ev şerekî li du eniyan e. Kazimî, dosyaya PKK’ê ji bo piştgiriya bi Tirkiye û PDK’ê re bi kar tîne.”