Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li El Callao ya Perûyê di depoyekê de 2 ton û 310 kîlo û 760 gramên kokaînê hatin desteserkirin. Polîsan got ku dê kokaîn derbasî Tirkiyeyê bihatina kirin. 
 
Li mezintirîn bajarê bendergehê yê Perûyê El Callaoyê di depoyekê de 2 ton û 310 kîlo û 760 gram kokaîn hate desteserkirin. Saziyên fermî piştrast kirin ku dê kokaîna behsa xeberê ji Tirkiyeyê re bihata şandin. Li gorî nûçeya VOA Turkçe’yê; kokaîn di nava qutiyên depînê de bû û di konteynirekê de hatibû bicihkirin. Hat ragihandin ku dê kokaîn bi rêya behrê ji Tirkiyeyê re bihatina şandin. Midûrê polîsan ê bajarê El Callaoyê Luis Angel Bolanos têkildarî mijarê wiha got: “Me dizanî ku kartalên tiryakê gelemperî tiryakê ji Belçîka, Hollanda, Spanya û Fransayê re dişînin. Lê belê hedefa vêcarê bendergeha Stenbolê bû.” 
 
Midûrê polîsan da zanîn ku kîloya kokaînê li Ewropayê bi 60 hezar dolaran tê firotin û bihayê kokaîna hatiye desteserkirin zêdetirî 20 milyon dolaran e. 
 
Wezareta Karên Hundir a Perûyê têkildarî mijarê twîtek avêt û da zanîn ku dê kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin.