Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin

  • cîhan
  • 22:54 24 Gulan 2023
  • |
img
SWÎSRE - Li Solothûrnê bi boneya piştevaniya bi xelkê Mexmûrê re çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê deji rayedarên NY’ê hat xwestin ku di rojek berî rojekê dawî li hewldanên dorpêçkirina hêzên Iraqê bînin.
 
Berxwedana xelkê Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 5 roj in bê navber dewam dike. Li bajarê Solothûrn yê Swîsreyê bi boneya piştevaniya bi berxwedana xelkê Mexmûrê re çalakî hat lidarxistin.
 
Kurdistaniyên ku li Bahntofplatzê hatin ba hev li vir mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ku berxwedan xelkê Mexmûrê ya li hemberî dorpêçkirinê ya bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, vedibêje hate xwendin.
 
Li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a Şehîd Firaz Dag Kaya Demîr axivî. Demîr bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên rayedar kir û wiha got: “Wargeha Mexmûrê ku 20 hezar kes lê dijî, ji 20’ê Gulanê û vir ve tê xwestin bi çekên giran û leşkerên zêde bê dorpêçkirin. Xelk li Mexmûrê ku di bin kontrola NY’ê de ye li dijî hewldana dorpêçê li ber xwe didin. Em bang li NY û saziyên rayedar dikin ku tavilê li vê hewldana dorpêçê bînin.”
 
Di axaftinên tevgerên ciwanên Ewropayê yên TCŞ û TekoJIN'ê de hat destnîşankirin ku ew ê tu carê dev ji berxwedanê bernedin û gotin: “Em ê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, li her derê û qadan çalakiyan li dar bixin."