Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?

  • cîhan
  • 09:23 25 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara hilbijêrên li derveyî welat ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dengê xwe dayîn derket milyonek û 856 hezar û 968 kesan. 

Hejmara hilbijêrên li derveyî yên ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê li nûnertî û gumrikan dengê xwe dayîn hate eşkerekirin. Tevî ku pêvajoya dengdayînê ji 12 rojan daket 5 rojan jî tevlibûna hilbijartinê rekorên hemû deman derbas kir. Dengdayîna ku di 20’ê gulanê de dest pê kir, duh bi dawî bû. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da zanîn ku ji saet 20.00’an ve hejmara kesên li derveyî welêt dengê xwe dayîn bû milyonek û 856 hezar û 968. Di tûra yekemîn de milyonek û 839 hezar û 470 hilbijêran dengê xwe dabûn. 
 
Hilbijêrên derveyî welat dikarin heta 28’ê gulanê saet 17.00’an dengê xwe bidin.