Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê

  • cîhan
  • 16:48 30 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çînê astronotê sivîl ê ewil şand fezayê. Koma astronotan bi fuzeya F2 Meşa Dirêj di roja sêşemê saet di 09.31’an de bi rê ketin. 
 
Mîsyona Shenzhoû-16 ya ku yek jê sivîl sê astronot tê de cih digirin, bi fuzeya F2 Meşa Dirêj roja sêşemê bi saeta herêmî 09.31’an de rabû. Hate diyarkirin firandina wê bi serkeftî pêk hatiye.
 
Profesor Gûî Haîchao (36) ku sivîle jî di nava komê de cih girt. Heta niha hemû astronot ji nav hêzên çekdarî dihatin hilbijartin. Wê astronot li qada fezayê ya Tîangongê şeş mehan bimînin û piştî ku astronot bigihêjin cihê xwe sê kesên ku şeş meh in li wir in wê di nava çend rojan de vegerin dinyayê.
 
Çînê di sala 2003’yan de gera bi mirov a li fezayê pêk anî. Sovyet û Amerîkayê ev tişt di sala 1961’an de pêk anîbûn.