Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire

  • cîhan
  • 19:47 31 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Almanyayê, biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê yên li welatê xwe bigire.
 
 
Almanyayê, biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê yên li welatê xwe bigire. Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got: “Me biryar da ku ji 5 balyozxaneyên Rûsyayê ku li Almanyayê ne 4’an bigirin.”
 
Ji niha û pê ve wê bi tenê balyozxaneya pêncemîn û sefaretxaneya Rûsyayê ya li Berlînê bikaribe bixebite.
 
Berlînê, meha Mijdarê biryara girtina 3 balyozxaneyên Elmanyayê yên li Rûsyayê jî da.
 
Biryara dawî jî piştî biryara rayedarên Rûsyayê hat. Rayedarên Rûsyayê biryar dan ku ji meha Hezîranê ve hejmara kesên ku Almanya wan dişîne Rûsyayê, ku li balyozxane, saziyên çand û perwerdehiyê bikarin kar bikin, pir bên kêmkirin.
 
Moskowê, ji ber tevdîrên Berlînê, meha Nîsanê nêzî 20 dîplomatên alman dersînor kiribûn.