Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin

  • cîhan
  • 21:58 1 Hezîran 2023
  • |
img
LÛZERN -Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî dorpçêkirinê hat silavkirin. Li dijî tecrîd û polîtîkayên îmhayê peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.
 
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, ji bo rawestandina hewldana artêşa Iraqê ya dorpêçkirina Wargeha Penabera a Mexmûê mîtîng hat lidarxistin. Kurdistanî, li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Lûzern) li Bahnhofplatzê hatin ba hev. 
 
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Mûlla Şahîn nerazîbûn nîşanî artêşa Iraqê da ku hewl dide Wargeha Mexmûrê dorpêç bike û wiha got: “Tê xwestin dora wargeha Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, bi têlan were dorpêçkirin. Li hemberî vê yekê xelkê Mexmûrê ev 10 roj in li ber xwe didin. Em Kurd baş dizanin ku armanca van êrîşan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Kengê polîtîkayên tecrîdê ya li ser Rêberê me dikeve dewrê, di berdewamiya vê de êrîşên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê pêk tên. Haya gelê Kurd ji vê yekê heye û ew ê hem li hemberî polîtîkayên tecrîdê û hem jî Peymana Lozanê, berxwedanê mezin bikin. Ev sedsal wê bibe sedsala azadiya Rêbertiya me, Kurdistan û gelê Kurd.”
 
Piştî axaftina Şahîn daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.