Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’

  • cîhan
  • 14:41 11 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 121 rewşenbîr û hunermendên li Fransayê kolektîfa “Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê” ava kirin û dê di 13’ê çileyê de li Marsîlyayê konferansekê li dar bixin. Di danezana kolektîfê ya di rojnameya Liberationê de hatiye weşandin de wiha hat gotin: “Em ê ji bo pêşîlêgirtina tunekirina gelekî û ji bo dengê aştiyê bilindtir û zelaltir biqîrin bên ba hev.” 
 
Li Fransayê 121 kesên di qadên çand, huner, zanist, hiqûq, spor û siyasetê de li cîhanê tên naskirin, ji bo piştevaniya bi gelê kurd re kolektîfa “Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê” ava kirin. 
 
Nivîskar Annie Ernaux, civaknas Edgar Morin, hunermend Ariane Ascaride, n nivîskar Patrick Chamoiseau, rojnameger Gérard Chaliand, wênesaz Ernest Pignon Ernest, derhêner Sepideh Farsi, parêzer Françoise Cotta, raportorê taybet ê NY’yê yê berê Jean Ziegler, fîlozof Pierre Dardot, Seroka Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Alice Mogwe, derhêner Olivier Weber, lîstikvan Robert Guédiguian û Serokkomarê Fransayê yê berê François Mitterrand û hevjîna wî ku dosta gelê kurd e Danielle Mitterrand û kurê wî Gilbert Mitterrand jî di nava vê kolektîfê de cih digirin. 
 
Her 121 kes dê tev li konferansa kolektîfê ya ji bo aştiya Kurdistanê bibin ku dê di 13’ê çileyê de li Marsîlyayê bê lidarxistin. Kolektîfê avakirina xwe bi danezanekê ragihand. 
 
Danezan di rojnameya Liberation de hate weşandin. 
 
Di danezanê de wiha hate gotin:
 
“Di 13'ê çileya 2024'an de ji bo xurtkirina dengê bangên aştiyê yên ji Tirkiyeyê têne kirin, em ê li Marsîlyayê li hev kom bibin. Çend roj berê 78 rojnamevan, hunermend, rewşenbîr û aktîvîstên mafên mirovan ên kurd û tirk ji bo balê bikişînin ser pêwîstiya lezgîn a ji çareseriyeke aştiyane bangek weşandin.
 
Di demeke wisa de ku rewşa li Kurdistanê aloz bûye û banga beriya vê (Em ê nebin şirîkê vî sûcî, sala 2016) weke propaganda terorê ji aliyê hikûmeta tirk ve hate pênasekirin û zilm li xwediyê bangê hate kirin, em wêrekiya ku niha hatiye nîşandan silav dikin. Nêta me heye ku dengê wan ragihînin, biparêzin û bilind bikin.
 
Li ser zemîneke wisa ku polîtîkayên mîlîtarîst û her cure hovîtî negirîng bûye, em dibin şahid ku li Rojhilata Navîn bûyerên tundiyê zêde dibin. Piştî paqijiya etnîkî ya nifûsa ermen a li Qerebaxê ku li pêş civaka navneteweyî hate kirin, tundiya hêzên mîlîtarîst serbest hate berdan û em bi rengekî bêçare li qetilkirina gelên Îsraîl û Filistînê temaşe dikin.
 
Hêlînên tundiya giran a ku li Rojhilata Navîn belav bûye ne ji hev ne jî ji cîhanê îzole ne. Ketine nava toreke mîlîtarîzmê ya global û bêhevî xelekên zincîrî yên îdeolojiyên neteweperest in ku dişibin hev. Em nehêlin ku xelek mezin bibe û ji nû ve bê girtin. Divê em destûrê nedin ku komkujiyek yeka din binixumîne. Ji bo şikandina tundî û nefretê, bêyî dereng bikevin divê em her tiştî bikin. Beriya ku hovîtî li hovîtiyê zêde bibe, li gel dengên din ên ji bo banga aştî û agirbestê yên li Îsraîl-Filistînê, ji bo gelê kurd jî neyê jibîrkirin em dengê xwe bilind dikin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) ragihand ku di navbera 5-9'ê cotmehê de artêşa tirk 580 êrişên hewayî û bejahî bir ser van herêman, bi dehan sivîl qetil kir, xisar da avahiyên îdarî, dibistan û binesaziya herêmê ku elektrîk û av didan bi milyonan mirovî.
 
AANES bang li hevkarên xwe yên li Sûriyeyê, saziyên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dike ku li dijî çalakiyên Tirkiyeyê sekneke xurt nîşan bidin. Kurd her roj qurbaniyên xwe dijmêrin.
 
Di vê navberê de parlamenterên jin, şaredar jî di nav de bi deh hezaran muxalîfên siyasî ku piraniya wan kurd û jin in, ji aliyê rejîma tirk a otorîter ve ji bo tepisandina dengê wan ê aştiyê girtî têne hiştin. Hikûmeta tirk lîderê tevgera kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên aştiyê yên salên 2013 û 2015'an de bi rola sereke rabû, zêdeyî 30 meh in tecrîd dike û bi vî rengî bi zanebûn hêrsa kurdan sor dike.
 
Divê em nîşaneyên gumanbar ên şerekî nû ku rîsk heye ji kontrolê derkeve li ber çavan bê girtin û di 13'ê çileyê de li hev kom bibin. Ji bo pêşî li tunekirina gelekî bê girtin, ji bo dengê aştiyê yê ji Tirkiyeyê û çar aliyen cîhanê bilind dibe bi dengekî hîn xurt bidin bihîstin, em ê li hev kom bibin."