DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin

  • cîhan
  • 12:07 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xusiyên Yemenê ku Îran alîkariya wan dike, ragihandin ku DYA û Ingilîstan 2 caran êrişî bajarê Hudeyde yê li rojavayê welat kirine. 
 
El-Mesîra TV ya girêdayî Xûsiyan, ser hesaba xwe ya medya dijital parvekirinek kir û anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYA) û Ingilîstan du caran êrişî herêma El Cabbane ya bajarê Hudeydeyê kirine. 
 
Derbarê encamên êrişan de tu agahî nehatin pervekirin.
 
Fermandariya Hêzên Navendî yên DYA’yê (CENTCOM) derbarê êrişan de daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di 19’ê çileye li gorî saeta herêmê 18.45’an berê 3 fuzeyên Xûsî yên Keştiyan ên ku dane başûrê Deryaya Sor û wiha hat gotin: Hêzên DYA’yê cihê fuzeyên Xûsiyan ên li Yemenê diyar kirine û di çaroveya xweparastinê de ji bo ji holê rakirina talûkeya ji bo keşiyên bazirganî û komkeştiyên DYA’yê hatine îmhakirin. Bi vê çalakiyê dê avên navneteweyî ji bo Komkeştiyên DYA û keştiyên bazirganiyê, ewletir bibin.”
 
ÊRIŞA YEKEM DI 11’Ê ÇILEYÊ DE ÇÊBÛ
 
Xusiyên ku Îran alîkariya wan dike, ji bo bibe bersiv, hember êrişên Îsralê yên li dijî Xezayê, di Kendava Adenê û Deryaya Sor de êrişî keştiyên bazirganiyê kiribûn. Li ser vê yekê balefirên şer yên DYA û Îngilîstanê di şeva 11’ê çileye de, li hin navendên bajarên Sana, Hudeyde û Taîzê yên Xûsiyan, dabûn ber bombeyan. 
 
Serokê DYA’yê Joe Biden piştî êrişa hatiye lidarxistin daxuyanî dabû û anîbû ziman ku ew ê azadiya geştê ya li ser behrên krîtîk û hedefgirtina personelên xwe bêyî bersiv nahêlin û gotibû ku hewce bike ew ê tevdîrên pêşgir jî bigirin. 
 
Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Xûsî Huseyîn El-Ezzî jî derbarê êrişan de wiha axivî: "Bila DYA û Brîtanyaya Mezin xwe amadeyî berdêla vê yekê û encamên wê bike."
 
LI KEŞTIYA DYA’YÊ XISTIN
 
Piştî êriş û gefên li hember hevdû hatine kirin, Xusiyan di 15’ê Çileyê de ji herêma bin kontrola xwe, bi fuzeyên balîstîk, êrişî keştiya konteyneran a bi navê “Gibralter Eagle” ya DYA’yê kirin.
 
Êrişa DYA û Îngilîstanê piştî hedefgirina keştiya konteyneran a “Gibraltar Eagle” yê pêk hat.