Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an

  • cîhan
  • 15:26 21 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Mihafizên Şoreşê yên li Şamê de hatine kuştin derket 12’an. 
 
Îsraîlê di 20’ê çileyê de li taxa rojavayê Şamê Mihafizên Şoreşê yên girêdayî Îranê hedef girt. Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR); dema rayedarên girêdayî Îranê di civînê de hedef hatine girtin. SOHR’ê da zanîn ku avahî bi temamî rûxiyaye. Mihafizên Şoreşê yên Îranê gotin ku di êrişê de 5 leşkerên şêwirmend û endamên hêzên Sûriyeyê hatine kuştin. 
 
Medyaya Îranê jî ragihand ku yek ji kesên hatiye kuştin jî General Sadik Omîdzade ye ku şefê îstîxbaratê yê yekîneya bijarte ya Hêza Qudsê ya ji operasyonên derveyî welat berpirsyar a Îranê bû. Ev agahî hêj bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin. 
 
Hejmara kesên di êrişê de hatine kuştin ji 10’an derket 12’an.