Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e

  • cîhan
  • 15:12 22 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya şandina qertpostalên ji bo Îmraliyê eleqeyek mezin dibîne. Civaknas Dan Brown diyar kir ku Abdullah Ocalan hewl dide pirsgirêkan bi rêya aştiyane çareser bike û got: "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo wekheviyê pêwîste."

 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kampanyaya “100 hezar qert” ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên şandin hatibû destpêkirin, berdewam dike. Li Londonê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd û Meclîsa Jinan a Jiyan, qertpostalên ji bo ji Îmraliyê re bên şandin, xebat tên kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li avahiya KCC'ê çalakiya “piştgiriyê” hat lidarxistin. Di çalakiya ku gelek kes amade bûn û bal kişandin tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêngava gerdûnî ya 10'ê Cotmehê hatiye destpêkirin. Pişt re bi dehan qertpostal ji bo bişînin girava Îmraliyê îmze kirin. Di îmzakirina qertpostalên ji bo şandina Îmraliyê hatibûn amadekirin, ji bo aştî, azadî, azadiya jinan, fikrên wekhevîxwaz, ekolojîk û daxwazên azadiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan spasî û daxwazên azadiyê hat vegotin.
 
‘HETA KU RÊBERTIYA ME BIGIHÊJE AZADIYA XWE DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Li Îngilistanê ku armanca kampanyayê 5 hezar in, heta niha bi sedan qertpostalên îmzekirî hatine berhevkirin. Qertpostal wê ji postexaneyê bi taahhût û bi girseyî bên şandin û  bi vî awayî dê hewl bidin ku bişînin Girava Îmraliyê.
Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal diyar kir ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, li gelek bajarên Îngilistanê dewam dike û got, ew dixwazin ji Ingilistanê ji bo Rêber Apo 5 hezar qertpostalan bişînin. Akbal destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi paradîgmaya xwe ya aştiyane-wekhevî hêviya gelan e û got: “Ev tecrîd, ev dîlgirtin êdî nayê qebûlkirin. Êdî dîlgirtina Rêber Apo nayê qebûlkirin. Heta Rêbertî azad bibe em ê her cure têkoşînê bidomînin. Em gelên ku li dijî vê faşîzmê, van dagirkeran tu carî serî natewînin û heta ku Rêberê me azad bibe em ê têbikoşin.”
Enternasyonal, jin û nûnerên tevgerên Kurd ên beşdarî kampanyayê bûne nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
 
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÊWÎST E’
 
Şêwekara modayê ya Îtalî Alessandra Battîstonî ku beşdarî kampanyayê bû û piştgirî da kampanyayê jî wiha got: “Min pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin. Bi qertpostala ku min ji bo Ocalan şandibû, min diyar kir ku min pêdiviya wî bi pêşxistina demokrasiyeke kûr û wekheviya çandî û siyasî dît. 25 sal in di bin tecrîdê de hiştina kesekî wiha hem ji aliyê mafên mirovan û hem jî ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Azadiya Ocalan ji bo demokrasiyê esas e. Tecrîd nayê qebûlkirin. Ji bo azadî û demokrasiyê divê em hemû li cem Ocalan bin û bi qertpostalên xwe vê piştgiriyê nîşan bidin.”
Aktîvîstê Kurd ê 76 salî Jasper Allen ê ku qertpostalek ji Ocalan re şand, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo demokrasiyê girîng e û got: “Tecrîd rastiyeke ku nayê qebûlkirin. Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û ji bo li hemû cîhanê mafê xweseriyê yê gelê Kurd bê naskirin divê em li cem Abdullah Ocalan bin.”
 
‘EZ LI GEL ABDULLAH OCALAN IM’
 
Yek ji kesên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qertpostal şand, civaknas Dan Brown, aktîvîstê Tora Piştevaniya Kurdistanê bû. Brown da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev zêdetirî 25 sal in di zindana giravê de di bin tecrîdê de tê girtin û got: "Şerm e ku hikûmeta Îngilistanê bi taybetî di demekê de piştgiriyê dide rejîma Erdogan. Dema ku zext û tundiya li ser Kurdan zêdetir bûye. Dewleta Tirk bombeyan li gelek herêmên Kurdistanê bi taybetî li Rojava dibarîne. Dewleta Tirk tu hewldanên aştiyane nake. Lê belê Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê têdikoşe. Û girîng dibînim ku her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê û ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane ya pirsgirêka kurd têkoşînê bidomîne. Ez jî piştgiriyê didim fikrên Ocalan û qertpostalê dişînim.”
 
‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE’
 
Aktîvîstê PJAK'ê Kawa Rojhilat diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û destnîşan kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.
Ji PJAK'ê Zerdeşt Hewramî jî wiha got: "Em ji Îngilistanê beşdarî kampanyaya azadiya Rêber Apo bûn. Kesê azadî û demokrasiyê dixwaze bila tevlî kampanya kartpostalê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin bibe. Me jî piştgirî da vê kampanyaya azadiya gelê Kurd û tevlî kampanya azadiya Rêber Apo bûn.”
 
‘TECRÎTA LI SER RÊBER APO TECRÎTA LI SER JINAN E’
 
Ji Meclîsa Jinan a Jiyan Bîrsen Dîcle diyar kir ku pêngava 10’ê Cotmehê pêngava azadiya jinan e û got: “Em dizanin ku paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo îlhamek mezin daye jinên cîhanê. Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser jinan û azadiya jinan e. Rêbertî li berxwe dide, jin li ber xwe didin û li dora paradîgmaya Rêbertî xwe bi rêxistin dikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê têkoşînê bidomînin. Di vê wateyê de em qertpostalên xwe radestî Îmraliyê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dora pêngavê bibin yek.”
 
Nivîskar Alî Poyraz bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di tecrîda mutleq de tê ragirtin û got: “Ev tecrîd îro li hemû zindanan belav bûye. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gelê Kurdistanê di bin tecrîd û bindestiyê de dihêle. Em ê tu carî vê faşîzm û tecrîdê qebûl nekin.“
Çalakgerên din ên ku ji ANF'ê re axivîn jî beşdarî kampanyayê bûn û peyam dan ku li dijî tecrîd, polîtîkayên qirkirinê û faşîzmê helwest girtine û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her qadê têkoşînê bidomînin.