Li Îranê ciwanek hate darvekirin

  • cîhan
  • 13:51 23 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ciwanê kurd ê bi navê Mohammad Ghobadlou hate darve kirin. 
 
Li Îranê ciwanê kurd ê bi navê Mohammad Ghobadlou yê 23 salî ku bi hinceta tev li çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî bûye, hatibû girtin serê vê sibê hate darvekirin. Malbat û xizmên Ghobadlou li ber Girtîgeha Qezelhesar a Kerecê ku darvekirin lê pêk hat kom bûn û bertek nîşanî biryarê dan. 
 
Ajansa Mîzanî ya girêdayî daraza Îranê, biryara darvekirinê ragihand. Ajansê îdia kir ku Ghobadlou bi îdiaya ku polîsek kuştî ye û 5 jî birîndarkirine cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. 
 
Parêzerê Ghobadlou Emîr Reîsyan, bi lêv kir ku darvekirina muwekîlê wî ne qanûnî ye mafê wan ê îtîraza li cezayî heye. 
 
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, aşkere kir ku beriya darvekirinê pirsgirêkên psîkolojîk ên Ghobadlou hebûn, pergala Îranê di bin çavan de bi îşkenceyê îfade wergirtî ye.