Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû

  • cîhan
  • 15:31 24 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Rûsyayê ku 65 leşkerên ûkraynayî yên dîlgirtî tê de bûn, li bajarê Belgorodê ket. Hat ragihandin ku tevahiya kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Balafira neqliyeyê ya leşkerî ya bi tîpa "Ilyushin Il-76"  a Rûsyayê li nêzî bajarê Belgorodê ket. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku 65 leşkerên ûkraynayî yên ku dê di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan de bihatina radestkirin, 6 murettebat û 3 xebatkar di balafirê de hebûn. 
 
Waliyê Herêma Belgorodê da zanîn ku tevahiya kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji ketina balafirê Ûkrayna sûcdar kir. 
 
Parlamenterê rûs û leşkerê teqawid Andrei Kartapolov îdia kir ku balafira behsa xeberê bi sê fuzeyan ji hêla dewletên rojavayî dane Ûkraynayê ve hatiye hedefgirtin.