Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan

  • cîhan
  • 21:21 14 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên Cenevreyê banga tevlubûna meşa ku dê dawiya hefteyê li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin, kirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, didome. Di çalakiya vê hefteyê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, komploya navneteweyî ya 25 sal berê li dijî Abdullah Ocalan hatibû kirin, hat protestokirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûna meş û mîtînga navendî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Almanyayê bi dirûşmeya “Hûn nikarin tava me tarî bikin” bê lidarxistin, hat kirin.
 
Riza Çetînkaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewama komploya navneteweyî ye û got: "Gelê kurd wê careke din xwedî li vîna xwe derkeve û vê pergala îşkenceyê hilweşîne." Çetînkaya ev bang li her kesî kir: "Em ê di çalakiya 17'ê Sibatê ya li Kolnê de vîna xwe biparêzin û daxwazên bi milyonan bînin ziman. Bi vê wateyê em bang li hemû derdorên demokratîk, bi taybetî jî gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku beşdarî çalakiya Kolnê bibin.”
 
Li ser navê Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) Songul Çelîk beşdarî çalakiyê bû, di axaftina xwe ya kirmanckî de jî bertek nîşanî komploya 15'ê Sibatê da û banga tevlîbûna meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê bê lidarxistin, kir.
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê berdewam kir.