Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • cîhan
  • 21:27 16 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa ku li PE’yê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û hat gotin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi navê "Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe" li dar xist. Konferans ji aliyê Parlamenterê PE'yê Giuliano Pisapia, endamê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ve tê destekkirin.
 
Konferans ji 3 beşan bi navên "Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê", “Jiyana hevgirtinê -pêdiviya çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd" û "Deriyan vekin: Rêya ber bi azadî û aştiyê ve diçe” pêk hat. Parlamenter, siyasetmedarên ji welatên cuda, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî konferansê bûn.
 
Di rûniştina yekemîn a konferansê de panela bi navê “Jiyana hevgirtinê -pêdiviya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" hat lidarxistin. Yek ji akademîsyenên Zanîngeha Liverpool John Mooresê Thomas Phillips panel bi rê ve bir. Damezrînera India Billion Rising Abha Bhaiya, parêzvana Mafên Mirovan ê Swîsreyê û seroka berê ya Parlamentoya Kantona Cenevreyê Elisabeth Decrey, Serokê Çep ê Ewropayê Walter Baier, Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero  û peyama zanyarê siyasî Sînan Onal ê ku nekarî beşdarî konferansê, ji aliyê nûnera KURD-AKAD'ê Dersim Dagdeviren ve hat xwendin.
 
ABHA BHAIYA: JINÊN KURD PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA JINÊN CÎHANÊ NE
 
Damezrînera India Billion Risingê Abha Bhaiya bi navê "Piştgiriya Jinan: Jin wekî garantorên aştiyê ne” pêşkêşiyek kir.
 
Abha Bhaiya ku di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd di têkoşîna azadiya jinên cîhanê de û got, "Em ji zext û zordariya li ser gelê Kurd ên alîgirê azadî û demokrasiyê ne, gelekî bi hêrs in. “
 
Abha Bhaiya bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd ku îro paradîgmayên Abdullah Ocalan digihîne cîhanê û wiha domand: “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê têkoşîna wan e, têkoşîna hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna li dijî mêtingeriya cîhanê ya dîktatorên rastgir, faşîst, hevkarên kapîtalîst û baviksalaran e. Em piştgirên vê yekê ne.”
 
'EM Ê HER TIM DAXWAZA AZADIYÊ BÎNIN ZIMAN'
 
Abha Bhaiya da zanîn ku ew ê ti carî şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nekin û wiha pêde çû: “Îro em ê ji bo azadiya Ocalan ê ku bi fikrên xwe îlhamê dide jinên cîhanê biqîrîn û tu carî dev jî vê yekê bernedin.Divê dewletên zalim baş zanibin ku tenê dikarin bedenê Abdullah Ocalan têxin zindanê. Ew tu carî nikarin xeyala wî sansûr bikin. Ew fîlozof, çalakvan, nivîskar û berî her tiştî femînîstek e.”
 
FERRORO: EM DEYNDARÊ ABDULLAH OCALAN IN
 
Piştre Wezîrê Karên Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero axivî û diyar kir ku Îtalya ji girtina Abdullah Ocalan rasterast berpirsyar e û got, “Em deyndarê Ocalan in. Tevî ku Îtalya mafê rûniştina siyasî daye Ocalan jî dîsa berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Di vê wateyê de, Îtalya berpirsiyar e ku li dijî şert û mercên tecrîdê ku ew tê de ye û ji bo azadiya wî tevbigere.”
 
Ferrero bal kişand ser girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan û pênasekirina Abdullah Ocalan weke pêşengekî şoreşgerî yê rasteqîn û wiha got: “Wê mîsyona Ocalan ku di aliyê fikrî de pêşengiya her kesî bike heye. Di guhertina civakê de paradîgmayên Ocalan girîng in. Ocalan di rewşeke ku şoreşa civakî bi rê ve bibe ye. Divê haya me ji vê paradîgmaya ku Ocalan pêşkêşî me kiriye hebe û her kes ji bo azadiya wî têbikoşe.”
 
Piştî Ferrero, parêzvana Mafên Mirovan a Swîsreyê û Seroka Berê ya Meclîsa Kantona Cenevreyê Elisabeth Decrey bi navê "Çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd: Berpirsiyarî û perspektîfên navneteweyî" pêşkêşî kir.
 
DECREY: LI ÎMRALIYÊ PERGALA ÎŞKENCEYÊ HEYE
 
Decrey di destpêka axaftina xwe de got ku dewleta tirk hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînor hiqûqa navneteweyî binpê dike û anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên durûtiyê van binpêkirinan didomîne. Decrey destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema hikûmeta AKP'ê de qat bi qat zêde bûne û got, "Tirkiyeya ku di şerê li dijî gelê kurd de israr dike, ji her pergala hiqûqê dûr ketiye. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî were çareserkirin.”
 
Decrey da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan êdî veguheriye pergala êşkenceyê û wiha domand: “Tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye pergala îşkenceyê. Nayê qebûlkirin ku aktorê girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan di bin tecrîdê de bê hiştin.”
 
'DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE KESEKÎ KÎLÎT E’
 
Decrey da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî projeyek girîng daye pêş û wiha pêde çû: “Divê em hemû zanibin ku Ocalan bi israr e ku vê pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bike. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe û azadiya wî pêk were. Kampanyaya ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî di vê demê de gelekî girîng e.”
 
BAÎER: ABDULLAH OCALAN SEREBST BERDIN
 
Piştî Decrey, Serokê Çep ê Ewropayê Walter Baîer bi navê "Ji girtîgehê ber bi çareseriya siyasî ve" pêşkêşiyek kir. Baîer destnîşan kir ku wekî çepên Ewropa ew ê daxwaza azadiya Ocalan bidomînin û got, "Şert û mercên binçavkirinê yên Ocalan ne tenê ne dijmirovahî ye û li dijî mafên mirovan e û di heman demê de ji bo kesên ku siyaseteke girîng diparêzin şeremek e."
 
Baîer destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin her kesê ku li ser feraset û paradîgmayên Abdullah Ocalan alîgirê aştiya civakî dikin û wiha axivî: “Bi  girtinên dirêj hûn nikarin fikrên mirovan bixin girtîgehê. Ev yek ne li Afrîkaya Başûr, ne li welatê Baskê û ne jî li Îrlandayê pêk nehat. Li Îmraliyê ti carî pêk nayê. Fikrên Ocalan îro li her derê ne. Li ser vê bingehê em li ser navê demokrasî û mafên sivîl dixwazin Ocalan demildest azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî bê çareserkirin."
 
Pêşkêşiya ku ji aliyê Sînan Onal ê ku nikarîbû beşdarî konferansê bibe, bi navê "Kampanyaya Azadiyê: Hêvî û girîngiya navneteweyî" amade kir, ji aliyê endama KURD-AKAD'ê Dersim Dagdeviren ve hat xwendin. Onal di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kampanyaya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin.