Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike

  • cîhan
  • 12:47 17 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Gelek parlamenter, siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Parlamentoya Ewropayê hatin gel hev, ji bo bicihanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek biryar dan. 
 
Li Parlamentoya Ewropayê (PE) ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) ve bi navê  “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî: Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe" konferansek hat lidarxistin. Konferans ji 3 beşên bi navên "Rastiya girtîgehên Tirkiyeyê”, “Jiyana hevgirtinê; Pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka kurd" û "Deriyan vekin: Rêya ku diçe azadî û aştiyê" pêk hat. Parlamenter, siyasetmedarên ji welatên cuda, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl ên ku pêşengiya ragihandina pêngava azadiya ya 10’ê Cotmehê kirine jî beşdar bûn.
 
Di rûniştina duyemîn a konferansê de panela bi serenavê "Rastiya Girtîgehên Tirkiyeyê" hat lidarxistin. Di panela ku bi moderatoriya endamê Kurd-AKAD'ê yê Almanyayê Dêrsim Dagdevîren pêk hat de, pêşî ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica pêşkêşiyek bi sernavê "Sîstema Girtîgeha Îmraliyê ya 25 sal weke prototîpa sîstema rewşa awarte ya girtîgehê" kir.
 
‘LI ÎMRALIYÊ KONSENSUSEK NAVNETEWEYÎ TÊ PÊKANÎN’
 
Sarica, di serî de anî ziman ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê karakterê xwe ya rastî daye Girtîgeha Girava Îmraliyê û şert û mercên pêkhatina komploya navneteweyî parve kir. Sarica, da zanîn ku piştî ku Abdullah Ocalan dîl hatiye ragirtin ti qanûn nehatine pêkanîn û wiha got: “Qanûna navneteweyî û qanûna îltîcayê nehat pêkanîn. Ew radestî welatekî ku tê de teqez guman heye ku bi cezayê darvekirinê were darizandin û li wir dikare rastî êşkenceyê bê hat kirin. Ew siyaseta aştî û jiyankirinê da meşandin, lê li dijberî wî helwestek ku para xwe ji nirx û pîvanên demokratîk nagire, hate raberkirin. Rejîma Girtîgeha Girava Îmraliyê di encama lihevkirineke navneteweyî ya bi vî awayî de hate pêşxistin. Ev konsensusa navneteweyî ya li Îmraliyê 25 sal in bênavber didome.”
 
BÊHIQÛQTIYÊN LI ÎMRALIYÊ VEGOT
 
Parêzer Sarica, hemû bêhiqûqiyên ku Abdullah Ocalan di nava 25 salan de rast hatî parve kir û ev tişt anî ziman: “Piştî rabûna leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, li Îmraliyê hemû hiqûq bi temamî hatin binpêkirin. Li welat rewşa awarte hat îlankirin û pêkanîna yekem jî li Îmraliyê ket dewrê. Tenê bi biryarekê re her şêwe amûrên ragihandinê yên weke hevdîtina bi malbatê re, wasî, serdana parêzeran, telefon, faks, name û hwd, bi kurtasî hemû têkiliyên bi cîhanê re ji bo demeke nediyar hate qedexe kirin. Hemû zagon hatin binpêkirin.”
 
‘SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ PEYWIRA XWE BI CIH NE ANÎN’
 
Sarica, bal kişand ser helwesta rayedarên sazî û rêxistinên navneteweyî, bi taybetî jî CPT a li hemberî Îmraliyê û wiha domand: “Mîna saziyên din, CPT jî ji bilî tespîta qismî, ev 25 sal in wezîfeyên xwe yên pêşîgirtinê bi cih neaniye. Li cihê ku rewşê baştir bike, her ku çû xerabtir bû. Li cihê ku çavdêriyên xwe yên serdana dawî ji raya giştî re eşkere bike, şert û mercên li Îmraliyê asayî dibîne.”
 
Bi domdarî Sarica wiha got: “Siyaset û rejîma ku li ser Ocalan tê sepandin, bi tesîreke piralî ve veguheriye şêwaza rêveberiyê ya Tirkiyeyê û rêkûpêkiya hiqûqî. Rêveberiya welat a îro rejîma Îmraliyê ava kir. Polîtîkaya li Îmraliyê hat meşandin, di aliyên siyasî, hiqûqî, aborî û civakî de mîna bûmerangekê li welêt vegeriya."
 
JONASSON: DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN
 
Wezîrê Dadê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî axivî û pêşkêşiyek bi sernavê "Îmralî û asta hiqûq û siyaseta navneteweyî” kir. Jonasson, diyar kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan. Jonasson, anî ziman ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û ev rewş nayê qebûlkirin û got li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî bi giştî hatiye binpêkirin. Jonasson, da xuyakirin ku divê pirsgirêka kurd ne bi şer, bi muzakere û dîplomasiyê were çareserkirin û ev nirxandin kir: “Aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e. Ev pirsgirêk bi tecrîdê nayê çareserkirin. Çareserî muzakere ye.” 
 
DI PÊNGAVA AZADIYÊ DE PÊVAJOYEKE NÛ DESTPÊ DIKE
 
Piştre jî rûniştina bi sernavê “Deriyan vekin: Rêya ku diçe azadî û aştiyê" hat lidar xistin. Di vê rûniştinê de beşdarên konferansê derketin ser dikê û li ser pêngava "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya di 10 'ê Cotmehê de hat destpêkirin, divê di dema pêş de çawa bê meşandin, nîqaş kirin.
 
ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ 
 
Piştî nîqaşan encamnameya konferansê hate eşkerekirin. Encamname bi vî rengî ye:
 
“Di Konferansa Navneteweyî ya di çarçoveya mijara ‘Girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê: Lêgerîna rêya azadî û aştiyê’ mijara girtiyên siyasî yên kurd hatiye nîqaşkirin û bi taybet jî mijara ku ev 3 sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, hatiye nîqaşkirin. Her wiha di konferansê de mijara 'Pirsgirêka kurd' û çareseriyên siyasî hatin nirxandin û nîqaşkirin.
 
Akademîsyenên navdar, endamên sendîkayan, partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û parlamenter beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de bi zimanekî zelal hate eşkerekirin ku Rêber Apo jî di nav de girtina hucreyan ya bêhiqûq û zalimane ya girtiyên siyasî yên kurd, îşkenceyê teşkîl dike û ev yek tu caran nayê qebûlkirin.
 
Di encama konferansê de van hemû kesayetên rêzdar û nûnerên saziyan bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ‘ dane xuyakirin.
 
Di konferansê de girîngtirin mijar jî ew bû ku beşdar ji hemû gavan zêdetir ji bo tenduristî  û ewlehiya Rêber Apo bi fikar in. Girtina hucreyê ya bênavber a Rêber Apo ku ev 3 sal in berdewam dike, ji bo tenduristiya Rêber Apo ya fîzîkî û derûnî xetereyeke mezin e. Ji ber vê yekê ji bilî agahiyên ku bi hinceta  ‘rêbazên dîsîplînê’ hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin û îdîaya gefên kuştinê, derbarê rewşa Rêber Apo de tu agahî li ber destê me tune ye.
 
Her wiha di demê pêş de divê çi bê kirin me li ser nîqaş kir û me ev biryar girtin;
 
*Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin û ji bo ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, pêwîste Konseya Ewropayê bi lezgînî bikeve tevgerê.
 
*Ji ber ku 3 sal in ti agahî ji birêz Ocalan û hevrêyên wî nayê girtin û ji ber cidiyeta gefên gengaz ên li ser jiyana wî, em bang li Sekreteryaya Giştî ya Konseya Ewropayê û Meclisa Parlamenteran, Raportorê Taybet ê Îşkenceyê YE û NY’yê dikin ku heyetek demkî ya lezgîn ji bo biçin serdana Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê li hev bicivin.
 
*Ji bo rewşa xeternak a li Îmraliyê di çapemeniya herêmî û navneteweyî de cihek berfireh bigire divê hewldanek mezintir çêbe.
 
* Divê sendîkayan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, di demeke guncaw de greva giştî ya deqeyek binirxînin û pêkbînin.
 
*Divê parêzer ji ber gumanên dijîn bi baroyên ku endamên wan in re têkiliyê deynin fikarên xwe parve bikin û piştre ji Wezaretên Dadê yên li welatên xwe re û ji hempîşeyên xwe yên hiqûqî yên li Tirkiyeyê re werin şandin.
 
*Hewce ye mijar bi taybet jî Yekitiya Ewropayê û Civaka Ewropayê were rojeva hemû meclîsên neteweyî. 
 
*Divê demildest hemû alîkariyên aborî û leşkerî yên ji bo dewleta Tirk ku qanûna xwe û qanûna navneteweyî binpê dike, werin sekinandin. Çekên ku ji Tirkiyeyê re tên firotin, her roj li Kurdistanê li dijî gelê Kurd ji bo sûcên şer tên bikaranîn.
 
*Weke ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18'ê Adara 2014'an de di biryara xwe ya derbarê Rêber Apo de, diyar kiribû ku divê ji bo azadiya Rêber Apo guhertinên qanûnî werin kirin. Di vê çarçoveyê de divê Rêber Apo li hemberî dagirkerî û şerê Tirkiyeyê yê li dijî gelê Kurd ku bi dehan salan e berdewam dike, di çareseriya siyasî ya adilane, aştiyane û demokratîk de  girêdayî şert û mercên ku roleke girîng bilîze, were berdan.”