Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev

  • cîhan
  • 16:24 17 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji deverên cuda yên Ewropayê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Kolnê hatin gel hev. 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li bajarê Koln ê Almanyayê meşeke mezin hate organîzekirin. Ji gelek welatan bi deh hezaran kes di saetên sibehê de hatin ba hev. Ji bo meş û mîtînga di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî de hate organîzekirin, weke cihê kombûnê DHB-Haûs hate diyarkirin.
 
BI DEH HEZARAN KES BI POSTERÊN OCALAN MEŞIYAN
 
Kurdistanî û dostên wan piştre bi poster û flamayên Abdullah Ocalan li qada Siegburger Str Deutzer Wert a li rexa Çemê Ren ku mitîng wê lê were lidarxistin, hatin ba hev. Bi deh hezaran kes bi posterên mezin ên Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.
 
DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ BERZ KIRIN
 
Girseya ku li ser pira Severinsbrucke'yê dest bi meşê kirin, piştî Çemê Renê derbas kirin, flamayên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî", "Free Ocalan" û "Freedom Ocalan" hildan û bê navber dirûşmên "Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.