Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin

  • cîhan
  • 15:52 19 Sibat 2024
  • |
img
WASHINGTON - Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojavayê bi tevlibûna kurdan û dostên wan li ber Qersa Spî daxuyanî da û xwest ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û hevkariya Amerîkayê ya di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bê bidawîkirin. 
 
Li ber avahiya Qesra Spî ya paytexta Amerîkayê Washîngtonê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojavayê (Emergency Committee for Rojava) hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser û dowîzên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Di çalakiyê de Komîteya Netewî ya Ermenî ya Emerîkayê (ANCA), Metro DC DSA (Metro DC Sosyalîstên Demokrat ên Emerîkayê) û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seyît Riza Dêrsimî gelek nûneran daxuyanî dan.
 
Axaftvanan bi mêgafonê bang li Qesra Spî kirin û gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Amerîka jî di revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rol û tiliya xwe hebû. Emerîka nikare vê berpirsyariyê li ser xwe rake. 
 
Hemû armanca Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî ye, lê bi şer bersiv tê dayîn. Komploya Navneteweyî hê jî didome. Rojek nîne ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Herêmên Parastina Medya û Rojava neke. Em daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û dixwazin Amerîka hevkariya xwe ya di şerê dewleta tirk a li dijî kurdan de bi dawî bike.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Down down faşîzim” bi dawî bû.