Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin

img
ENQERE - Senatorê Komarparêz ê DYA’yê Rand Paul pêşnûmeyek pêşkeşî Senatoyê kir ku firotina balafirên şêr ên F-16’an li Tirkiyeyê, were astengkirin. Pêşnûme piştî dengdanê hate redkirin. 
 
Piştî ku Tirkiye daxwaza tevlibûna Swêdê ya NATO’yê erê kir, Wezareta Dewletên Yekbûyî ya Amerikayê (DYA) daxwaza pakêta Tirkiyeyê ya ji 40 balafirên şer, 79 taximên nûkirinê yên balafiran, gelek bernameyên dijîtal, parçe û alavên wan pêk tê, di 26’ê çileyê de ji Kongreyê re ragihand. 
 
Piştî vê ragihandinê di nava pêvajoya îtîrazê ya 15 rojan de Senatorê Komarparêz ê Kentuckiyê Rand Paul, pêşnûmeyek amade kir ku xwest firotina F-16’an a Tirkiyeyê were astengkirin. 
 
Peşnûmeya pakêta ku bihayê wê 23 mîlyar dolar in, di Senatoya DYA’yê de ji dengdanê re hate vekirin û li dijî 13 dengên, bi 79 dengan hate redkirin. 
 
‘DÊ LIV Û TEVGERÊN XELET XURT BIKE’
 
Senator Paul berî ku dengdayîn were kirin hikûmeta AKP’ê rexne kir û ev hişyarî kir: “Firotina F-16’an dê rê li ber liv û tevgerên xelet ên Tirkiyeyê veke.” 
 
Paul ser hesaba xwe ya medya dijîtal da zanîn ku ew neçar mane ku balafirên şer ên F-16’an bifiroşin Tirkiyeyê û berteka xwe wiha nîşan da: “Tirkiye alîkariyê dide Hamasê, binpêkirinên mezin ên mafên mirovan li Tirkiyeyê hene û hilbijartin bi awayeke azad nayên kirin. Gelek sedem hene ku mirov ji firotina çekan a Tirkiyeyê kelêcan nebe.”