Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Starta qonaxa duyemîn a kampanyaya bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî' hatiye destpêkirin hate dayîn.
 
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rêxistinên kurd, komên çep ên Tirkiyeyî û dostên gelê kurd civîneke çapemeniyê li dar xistin û qonaxa duyemîn a pêngavê ragihandin. Qonaxa destpêkê ya pêngavê 10'ê Cotmehê ji aliyê dostên gelê kurd ve zêdetirî 100 bajarên welatên cîhanê yên cuda bi civînên çapemeniyê û çalakiyên cuda hatibû ragihandin.
 
Di civîna çapemeniyê de ku bi kurdî, tirkî, ingilîzî û elmanî hate dayin, hate destnîşankirin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û 1'ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bêne pêşwazîkirin.
 
Hate gotin ku bi beşdariya bi sed hezaran kesî wê meş bêne lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û zext li dewleta tirk bê kirin ku deriyê Îmraliyê veke. Di civîna çapemeniyê de hate xwestin, tecrîd bê rakirin, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê betalkirin, Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de weke muzakerevanê sereke bê azadkirin û dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn.
 
Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çalakî bêne lidarxistin.
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de bi taybetî bang li Almanyayê hate kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bîne.