NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin.
 
Yekîneya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de raportek weşand. Di raporê de hat ragihandin ku ji 7'ê cotmeha 2023'yan û vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de nêzî 9 hezar jin hatine qetilkirin, lê ji ber ku hîn gelek kes di bin xirbeyan de ne, dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku ger şerê li Xezeyê bi vê rêjeyê bidome, bi giştî rojane wê 63 jin bên qetilkirin û wê bê diyarkirin ku şerê li Xezeyê, şerê li dijî jinan e. Di raporê de hat ragihandin ku êrişên Îsraîlê bûne sedema kuştin û birîndarkirina jinan a nedîtî û wiha hat gotin: "Heta ku agirbesteke mirovî ya lezgîn pêk neyê, wê di roj û hefteyên pêş de gelek kesên din jî bimirin. Divê kuştin, bombekirin û wêrankirina binesaziyên bingehîn ên li Xezeyê raweste û demildest alîkariya mirovî bigihêje Xezeyê.”
 
GEFÊN XELAYÊ
 
Ji aliyê din ve di raporê de bal hat kişandin ser xeteriya birçîbûnê ya ji ber astengkirina alîkariyên mirovî û hat ragihandin ku li Xezeyê ji her 5 jinan 4 jin têra xwe xwarinê nabînin. Hat destnîşankirin ku di êrişên Îsraîlê de her roj 37 dayik tên qetilkirin û ev rewş bandoreke neyînî li zarokan dike.
 
Di êrişên Îsraîlê yên ji 7'ê cotmehê vir ve li ser Şirîda Xezeyê hat kirin de, herî kêm 13 hezar û 230 jê zarok, 8 hezar û 860  jê jin û bi tevahî 30 hezar û 320 filistînî hatine kûştin û 71 hezar û 533 kes jî birîndar bûne.