Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di êrişa Moskovê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 93’yan û 121 kes jî birîndar in. DAIŞ’ê êriş li xwe girt û heta niha 11 kes hatine binçavkirin. 
 
Duh li dijî eywana Crocus City Hall a paytexta Rûsyayê Moskovê êrişeke çekdarî hate kirin ku DAIŞ’ê li xwe girt û gelek kes hatin qetilkirin. Êriş li dijî konsera koma “Geştiyariyê” hate kirin û li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Moskovê; 93 kesan jiyana xwe ji dest dane û 121 kes jî birîndar in. 
 
Hat ragihandin ku 3 zarok jî di êrişê de hatine qetilkirin. 
 
Waliyê Moskovê Vorobyov da zanîn ku dê nasnameyên kesên di êrişê de hatine qetilkirin di saetên pêş de bên eşkerekirin. 
 
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. 
 
Di lêkolîna cihê bûyerê de hat destnîşankirin ku di êrişê de çekên otomatîk hatine bikaranîn û muhîmatên êrişkaran hatine destesekirin. Her wiha hat diyarkirin ku êrişkaran ji bo şewitandina avahiya eywana konserê madeyeke şewatê bi kar anîne. 
 
11 KES HATIN GIRTIN
 
Serokê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov daxuyand ku 4 kes jê yên raste rast di êrişê de cih girtin bi giştî 11 kes hatine girtin.