Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin hêza li pey êrişa Moskovê wek Ukraynayê nîşan da û got: “Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin.” 
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin têkiladarî êrişa li Moskovê ji gelê Rusyayê re axaftinek kir. 
 
Putin êrişa li Crocos Cityê wek “Êrişa terorê ya bixwîn û hovane” pênase kir. Pûtin diyar kir ku her çar faîlên ku êriş kirine hatin dîtin û hatin binçavkirin û got: “Dehan qurbaniyên ku tu sûcên wan nebûn di êrişa terorê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
SERSAXÎ XWEST 
 
Putin ji xizmên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û da zanîn ku dê alîkariya hewce were kirin û wiha axivî: “Dê tu kes û tu tişt, yekitiya me, hêza gelê Rûsyayê nehejîne.” 
 
UKRAYNAYÊ ÎŞARET KIR
 
Putin axaftina xwe siha domand: “Yên ku gule barandine Crocosê ber bi Ukraynayê ve reviyan û ji bo wan li wan li derê paceyek hatibû amadekirin. Sûcdarên ku êriş kirine bi xwînsarî kuştin wekî ku demêkê nazî, rûsan didan ber guleyan.” 
 
Putin got ku hemû faîl û organîzatorên terorê  dê cezayeke adîlane bigirin û ev tişt gotin: “Em ê her yekî wan tespît bikin û ceza bikin.”
 
Putîn wiha pê de çû: “Armanca me yekbûyîn e, dê wisa jî bibe. Rusya gelek caran ji ezmûnên dijwar derbas bû, dê niha jî wisa be.” Pûtîn anî ziman ku ew ê ji terorîstan tolê hilînin. 
 
Di dawiya axaftian xwe de Putîn daxuyand ku 24’ê Adarê Roja Şîna Neteweyî hatiye îlankirin.