Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike

img
ENQERE - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bertek nîşanî biryara agirbestê ya NY’yê da û serdana xwe ya ji bo Amerîkayê betal kir. Qesra Spî jî da zanîn ku wan dîsa dest bi hevdîtinan kiriye. 
 
Dihat payîn ku Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu di roja çarşemê de biçe serdana Amerîkayê. Lê piştî biryara Amerîkayê ya agirbestê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY), ev serdan hate betalkirin. Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP); Qesra Spî piştre ji bo hevdîtina têkildarî operasyoneke îxtîmalî ya Îsraîlê ya li dijî Xezeyê, dîsa bi rayedarên Îsraîlê re dest bi hevdîtinan kirin. 
 
Berdevka çapemeniyê Karine Jean-Pierre wiha got: “Eşkereye ku ev hevdîtin dê bi kêrî her du aliyan were û em hewl didin dîrokeke guncav bi hev re diyar bikin.” 
 
Rayederakî amerîkayî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AP’ê re got ku hêj dîroka hevdîtinê diyar nîne lê di nava şandeya ku dê were Washingtonê de Wezîrê Karên Stratejîk Ron Dermer û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Tzachi Hanegbi jî hene. 
 
Rayedarekî îsraîlî yê ku xwest navê wî veşarî bimîne jî ji AP’ê re got ku Qesra Spî hewl dide civîneke nû li dar bixe û ofîsa Netanyahu “destûr nedaye ku şande biçe Washingtonê.”