Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin

  • cîhan
  • 13:41 11 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevjînên DAIŞ’î yên iraqî ku du zarokên êzidî yên keç ên temenên wan di navbera 5 û 12 salî de kiribûn koleyên xwe, li Almanyayê hatin girtin. 
 
Endamên DAIŞ’ê “Twana H.S.” û “Asya R.A” ku hevjînin û iraqî ne, ji ber ku du zarokên êzidî yên keç ên temenê wan 5 û 12 salî kiribûn koleyên xwe, li Almanyayê hatin girtin. 
 
Dozgeriya federal a li Karlsruhe roja çarşemê diyar kir ku, ew hevjînên iraqî ku bi gumana destdirêjiya zayendî ya li dijî du keçên êzidî û kolekirina wan li başûrê Almanyayê girtine.
 
Di daxuyaniya çapemeniyê ya dozgeriyê de hat ragihandin ku Twana H.S û hevjîna wî Asîa R.A di navbera cotmeha 2015 û kanûna 2017'an de li Iraq û Sûriyeyê endamên DAIŞ'ê bûn. 
 
Hat ragihandin ku ev herdu hevjîn "herî dereng sala 2015’an" keçikeka 5 salî û paşê jî "ji cotmeha 2017’an pê ve" keçeka din a 12 salî kirine kole. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Twana H.S. gelek caran destdirêjiya zayendî li her du zarokan kir. Asîa R.A. jî ode amade dikir û zarokek ji wan makyaj dikir.” 
 
Hat diyar kirin ku ev herdu hevjîn her timî karê malê û mêzekirina pitikan bi zorê bi zarokan dane kirin. 
 
Li herdu zarokan baweriya wan hatibûn qedexekirin û li ser fermana hevjînên iraqî ew mecbûr kiribûn ku dua û qaîdeyên îslamî pêk bînin. 
 
Dozgeriyê wiha got: “Bi îdiaya ku zarok şaşitî kirine rastî tundiya fîzîkî ya giran hatine.”Her wiha hate diyarkirin ku her du zarok gelek caran neçar hatine hiştin ku nîv saetê li ser lingekî bisekinin. 
 
Hat daxuyakirin ku ev pêkanînên bi armanca tunekirina baweriya êzidiyan li gorî daxwazên DAIŞ'ê tên kirin.
 
Dozgeriyê, diyar kir ku herdu hevjîn di mijdara 2017’an de beriya ku ji Sûriyeyê derkevin herdu zarokên keç radestî endamên DAIŞ’ê yên din kirine. 
 
Herdu kesên ku roja sêşemê li Regensbûrgê û Roth (başûrê Almanyayê) hatin binçavkirin, di 9 û 10'ê nîsanê de bi biryara dadgehê hatine girtin. 
 
Di dawiya tebaxa 2023'yan de jineke alman ku endama DAIŞ'ê bû, ji ber kuştina keçeke êzidî ya li Iraqê bi 14 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. 
 
Meclisa Federal a Almanyayê di çileya 2023'yan de sûcên li hemberî êzidiyan hatin kirin weke jenosîd qebûl kiribû.