NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir

  • cîhan
  • 12:28 12 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - “Komîteya Qebûlkirina Endamên Nû” ya NY’ê di mijara endamtiya Filistînê de lihev nekir. 
 
Hat ragihandin “Komîteya Qebûlkirina Endamên Nû” ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di mijara endamtiya tam Filistînê de lihev nekir. Nûnertiya Daîmî ya Maltayê ku di meha nîsanê de seroka demê ya Konseya Ewlekariyê ya NY’ê bû, têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo pêşniyara endamtiya Filistînê mutabeqet çênebû.” 
 
Maltayê da zanîn ku dê têkildarî mijarê raporekî amade bikin û li endamên konseyê bê belavkirin. Nûnera Daîmî ya Maltayê ya NY’ê Vanessa Frazier têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo endamtiyê pirsgirêk xuya nakin û ji sê parên komîteyê du jê ji bo endamtiyê piştgiriyê didin.
 
FILISTÎNÊ XWEST JINÛVE BÊ NIRXANDIN 
 
Filistînê di sala 2011’an de ji bo endamtiya tam serî li NY’ê dabû lê Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ev serlêdan qebûl nekiribû. Nûnerê Daîmî yê Filistînê yê NY’ê Riyad Mansur di 2’yê nîsanê de ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re name şandibû û xwestibû ku serlêdana wan a endamtiyê jinûve were nirxandin. 
 
Guterres jî di 3’yê nîsanê de ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re name şand û bang kiribû ku daxwaza Filistînê jinûve were nirxandin. Konseya Ewlekariyê ya NY’ê jî di 8’ê nîsanê de ragihandibû ku dê serlêdana Filistînê ya ji bo endamtiya tam bi awayekî fermî bi “Komîteya Qebûlkirina Endamên Nû” bide lêkolînkirin. 
 
Li gorî prosedura qebûlkirina endamên nû ya NY’ê, ji ewil li konseyê tê nirxandin û konsey mijarê sewqî “Komîteya Qebûlkirina Endamên Nû” dike. Heke komîte bersiveke erênî bide, li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê dengdayîn tê kirin. Ji bo biryara erênî divê tu endamên daîmî rayeya xwe ya vetoyê bi kar neyînin û ji 15 endaman 9 jê dengê “erê” bidin. Her wiha rayeya endamên konseyê heye ku ji bo endamtiyê pêşnûmeya biryarê pêşkeş bikin. Heke ji konseyê biryara erênî derkeve, mijar sewqî Lijneya Giştî ya NY’ê tê kirin. Ji bo 193 endamên Lijneya Giştî ya NY’ê erê bike, divê ji 3 parên endaman 2 jê biryarê erê bikin.