Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir

  • cîhan
  • 13:23 12 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara welatiyên filistînî yên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 33 hezar û 634 kesan. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha bênavber didomin. Hejmara filistîniyên di êrişên heta niha de jiyana xwe ji dest dayîn derket 33 hezar û 634 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku di encama êrişên filistînê yên di nava 24 saetên dawî yên li dijî Şirîda Xezeyê de 89 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 120 jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku heta niha di êrişan de 33 hezar û 634 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 76 hezar û 214 jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku ji ber ku artêşa Îsraîlê destûrê nade, peywirdarên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin cenazeyên di bin kavilên avahiyan de û li kêleka rêyan mayîn.