Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin

  • cîhan
  • 16:23 13 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke çekdar li Pakistanê du kesên hewl didan berîqeta li ser rêyê hatiye danîn derbas bikin û 8 rêwiyên revandibûn qetil kirin. 
 
Li eyaleta Belucistan a Pakistanê komeke çekdar li ser otorêyê otobûsek dan sekinandin û 8 rêwî revandin. Koma êrişkar, her 8 rêwî û du kesên hewl didan berîqeta li ser rêyê hatiye danîn derbas bikin qetil kirin. 
 
Rayedarên emniyetê dan zanîn ku komên çekdar duh li ser otorêya li Eyaleta Belucistanê berîqet danîn. Ji ewil gule li wesayîteke hewl dide berîqetê derbas bike reşandin û 2 kes qetil kirin û 6 kes jî revandin. Piştre jî otobûseke ji paytexta eyaletê Quettayê ber bi bajarê Taftanê yê li ser sînorê Îranê ve diçû dan sekinandin. Piştî kontrolkirina nasnameya rêwiyan, 8 rêwiyên ji bajarê Punjabê anîn xwarê. Cenazeyên 8 welatiyan 5 kîlometre dûrî otorêyê, di bin perekê de hatin dîtin. 
 
Rayedarên emniyetê gotin ku li êrişkaran digerin. 
 
Li gorî Radio Pakistanê; Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî li ser hesaba xwe ya X’ê êriş şermezar kir û talîmata lêpirsînê da. Şerîf, serxweşî da malbatên qurbaniyan.