Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive

  • cîhan
  • 10:34 14 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi rojeva êrişa Îranê banga civîna lezgîn li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê kir. Konseyê ragihand ku dê îro li gorî saeta DYA’yê di 16.00’an de bicive. 

 
Nûnerê Daîmî yê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan diyar kir ku bi rojeva êrişên hewayî yên Îranê banga civîna lezgîn li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê kiriye. 
 
Erdan, li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û da zanîn ku ji bo civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya NY’yê, ji Serokê Demê yê Konseyê re name şandiye. Di daxuyaniyê de Erdan ev tişt anî ziman: “Min xwest ku konsey bi lezgînî bicive, êrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê bi awayeke teqez şermezar bike û Artêşa Mihafizên Şoreşê weke rêxistina terorê qebûl bike.” Erdan, îdia kir ku êrişên Îranê “ji bo aştiya cîhanê gefeke eşkere ye” û diyar kir ku divê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê li dijî Îranê bi hemû amûrên xwe bikeve nava liv û tevgerê. 
 
KONSEY ÎRO DICIVE
 
Piştî bangawaziyê, Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî daxuyanî da û da zanîn ku biryar dane ku di roja yekşemê de bi rojeva êrişên Îranê li gorî saeta DYA’yê di 16.00’an de bicivin. 
 
ÎRANÊ BAL KIŞAND SER XALA 51’EMÎN A PEYMANA NY’Ê
 
Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê jî ragihand ku heke DYA piştgiriyê bide êrişeke li dijî Îranê yan jî tev li êrişan bibe, dê Hêzên Çekdar ên Îranê bertekeke “Bibiryar û ya ku poşman bike” nîşan bide. Di daxuyaniya duyemîn a Artêşa Mihafizên Şoreşê de wan li dijî êrişa Îsraîlê ya li dijî konsolosxaneya li Şamê, di çarçoveya xala 51’emîn a Peymana NY’ê de mafê xwe ya rewa yê bersivdayînê bi kar aniye û noqteyên leşkerî yên Îsraîlê hedef girtine. 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Îran, ji bo mafên xwe mayînde bike û êrişkaran ceza bike, êrişî noqteyên leşkerî yên girîng ên li xaka ji hêla artêşa terorê ya siyonîst ve hatiye dagirkirin, qebîliyetên îstîxbarata stratejîk, moşek û balafirên bêmirov hedef girtiye û tune kiriye.” 
 
NY’Ê BANGA GUFTÛGOYÊ KIR
 
Serokê Lijneya Giştî ya NY’ê Dennis Francis jî têkildarî êrişa hewayî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê, banga îtîdalê li hemû aliyan kir û xwest bûyer rê li ber şerekî herêmî veneke. Francis, got ku rewşa hesas a li Rojhilata Navîn bi êrişên Îranê re hêj hesastir bûye. Francis, daxuyaniya Îranê ya “Mijar niha hatiye girtin” bi bîr xist û ji Tehranê xwest ku soza xwe bi cih bîne. Francis, banga guftûgoyê li hemû aliyan kir. 
 
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres jî bi daxuyaniyeke nivîskî banga bidawîkirina êrişan ên li herêmê kir. Guterres, got ku ne Rojhilata Navîn ne jî cîhan nikare şerekî nû ragire.