Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist

  • cîhan
  • 09:48 19 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya DYA’yê ragihand ku Îsraîlê bersiv daye êrişa Îranê. Medyaya Îranê jî got ku li nêzî balafirgeha Îsfehenê dengê teqînan hatiye. 
 
Qenala ABC News a Amerîkayê ku agahî spart rayedarekî DYA’yî; da zanîn ku Îsraîlê li dijî Îranê êriş daye destpêkirin. Piştre jî CBS News û CNN’ê nûçeyên bi vî rengî parve kirin. Li gorî agahiyên rayedarê DYA’yî yê navê wî/wê nehatiye eşkerekirin, Îsraîlê di saetên zû yên serê sibehê de li dijî Îranê êriş pêk anî.
 
ABC News’ê diyar kir ku Îsraîlê di heman demê de li Sûriye û Iraqê jî hinek herêm hedef girtye lê ev îdia piştrast nekirine. Rayedarê DYA’yî yê ji bo CNN'ê axivî jî ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Biden li gel êrişeke li dijî Îranê nîne. DYA naxwaze pevçûnên li herêmê mezin bibin. Îsraîlê beriya êrişa ragihandibû ku dê li dijî Îranê êrişeke sînorkirî li dar bixin. Ev agahî di roja pêncşemê de da. Lê DYA’yê piştgirî neda vê êrişê. Devera hedef hatiye girtin jî tesîsa nukleerî nîne.” Wezareta Karên Derve ya DYA’yê û Pentagonê hêj ev êriş bi awayekî fermî piştrast nekirine. 
 
ÇAPEMENIYA ÎRANÊ: DENGÊ TEQÎNAN HATE BIHÎSTIN 
 
Çapemeniya Îranê jî ragihand ku li bakurê rojhilatê eyaleta Îsfehenê ku Baregeha Hêzên Hewayî ya Îranê li wir e, dengê teqînan hatiye bihîstin lê sedema dengê teqînan nehatiye ragihandin. Li gorî agahiyên rayedarên îranî bi ajansa nûçeyan a Al Jazeerayê re parve kirin; gelek drone hatine xistin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê jî ragihand ku li tesîsên leşkerî yên li Sûriyeyê hinek teqînan çêbûne. Rayedarê îranî got ku êrişeke bi fûzeyan çênebûye û çendek drone hatine xistin.
 
Îsfehen ji hêla stratejîk ve girîng e û li gel baregehan, her wiha qadên leşkerî yên AR-GE û tesîsên girîng hene. 
 
Bajarê Natanzê ku li kêleka Îsfehenê ye jî yek ji deverên dewlemendkirina nukleerê ye. Televîzyona fermî ya Îranê got ku di êrişê de bandor li tu tesîsên nukleerê nebûye û qadên nukleerê hedef nehatine girtin. Radyoya fermî ya Îsraîlê jî ragihand ku Îsraîlê hêj berpirsyartiya êrişa li dijî Îranê li xwe negirtiye. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Îsraîlê di 1’ê nîsanê de li dijî avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê êrişa hewayî pêk anîbû. Di êrişê de 2 jê general bi giştî 7 endamên Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê hatibûn kuştin. Tehranê jî bi zêdetirî 300 drone û moşekan êrişî Îsraîlê kiribû. Di êrişê de kesek birîndar bûbû.