Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 10:33 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di wesayîta ku Îsraîlê li ser rêya Şam û Beyrûtê hedef girt de karsazê bi navê Bera El Qatircî ku nêzî Esad e jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gorî ŞAM FM a nêzî hikumeta Şamê, dewleta Îsraîlê piştî nîvro li ser rêya Şam û Beyrûtê di serê rêya Seborayê de wesayîtek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de wesayît bi temamî şewitî û kesên di nava wesayîtê de jî mirin û birîndar bûn. 
 
Li aliyê din çavkaniyên rojnameya El Weten ku nêzî hikumeta Şamê ye, diyar kirin ku di nava wesayîta hedef hate girtin de karsaz Bera El Qatircî heye. 
 
Navenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku El Qatircî karsazekî nêzî Beşar Esad e, ji fînansekirina Berxwedana Sûriyeyê ya Tehrîr Colan berpirsyar bû û di nava lîsteya mûeyîde ya Amerîkayê de cih digire.