Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 10:19 19 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa bi balafira bêmirov li navenda Telavîvê hate kirin de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. 

 
Bi şev nêzî Sefaretxaneya Amerîkayê ya li navenda paytextê Îsraîlê Tel Avîvê bi balafira bêmirov (ÎHA) êrişek hate lidarxistin. Têkildarî teqîna pêk hatî servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê Stêrka Dawid a Sor daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê zilamekî 50 salî ji ber parçeyên şerapnelê yên bi laşê wî ketî jiyana xwe ji dest daye. Ji ber banodra teqîn û şerapnelan du kes li mala xwe du kes jî li kolanê çar kes birîndar bûn.  
 
Li gorî daxuyaniya ji berdevkê artêşa Îsraîlê hate kirin jî teqîna Tel Avîvê ji ber “amûreke hewayî” pêk hatiye û sîrenên hişyariyê lê nedane. Hate diyarkirin ku têkildarî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo ku Îsraîl qada xwe ya hewayî biparêze dewriye zêdekirine. 
 
HÛSIYÊN LI YEMENÊ DAXUYANÎ DAN
 
Li aliyê din Berdevkê Leşkerî yê Husiyên ku Îran piştgiriya wan dike û li Yemenê ne Yahya Serî di daxuyaniya li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir de êrişa li dijî Tel Avîvê piştrast kir û diyar kir ku dê hûrgiliyan pişt re aşkere bikin.