Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan

  • cîhan
  • 13:15 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re li Moskovê civiyan. 
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re li Moskovê hatin gel hev. Li gorî nûçeyên di medyaya Rûsyayê de hatine parvekirin Putin duh bi şev li Qesra Kremlin a Moskovê bi Beşar Esad re civînek li dar xist. Hat destnîşankirin ku di civînê de têkiliyên Şam û Moskovê, geşedanên li herêmê, têkiliyên aborî û bazirganiyê hatin nîqaşkirin. 
 
Hat diyarkirin ku di civînê de ji nû ve sazkirina têkiliyên Şam û Enqereyê nehatine nîqaşkirin. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ev nêzî mehekî ye ku ji bo çareseriyên pirsgirêkên bi Esad re dijî, bangawaziyên hevdînê dike. Berdevka Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn di daxuyaniya xwe ya hevpar a derbarê têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê de û nirxandinên dawî yên Erdogan de anîn ziman ku plansaziya hevdîtina Erdogan û Esad a li Bexdayê hatiye kirin lê belê têkildarî dîroka vê civînê de tu agahî parve nekirin.