Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir

  • cîhan
  • 12:36 16 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL - Wezareta Karên Derve ya Filistînê, piştî Îsraîlê ragihand ku li dijî Xezeyê dest bi operasyona bejahî kiriye, banga mudaxileya “awarte û lezgîn” li civaka navneteweyî kir. 
 
Wezareta Karên Derve ya Filistînê, piştî Îsraîlê ragihand ku li dijî Xezeyê dest bi operasyona bejahî kiriye, banga mudaxileya “awarte û lezgîn” li civaka navneteweyî kir. Wezaretê, di daxuyaniya xwe de got ku Îsraîl di êrişên xwe de bi awayekî sîstematîk sivîlan hedef digire û wiha hate gotin: “Bombebaranên Îsraîlê Xeze veguherandiye goristaneke komî û nêzî milyonek mirov di dorpêça mirinê û koçberiyê de ye.” 
 
BANGA JI BO CIVAKA NAVNETEWEYΠ
 
Wezaretê, ji bo şer û êriş tavilê bên sekinandin, ji bo parastina sivîlan, pêşîlêgirtina jicihûwarkirina xelkê Xezeyê, berdana dîlgirtiyan û berdana girtiyan û domandina alîkariyên mirovî, banga xurtkirina çareseriyên siyasî û dîplomatîk kir.