ILO: Dibe ku korona bibe sedema windakirina karê 195 milyon kesan

  • cîhan
  • 11:17 8 Nîsan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê dibe ku 195 milyon kes karê xwe winda bikin. 

 
Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye raporek ku dê vîrûsa koronayê li ser aborî û xebatê bandorê bike belav kir. Di raporê de hat gotin ji ber şewba kûrewî de di her sê mehên salê de saetên xebatê ji sedî 6,7 ji holê hat rakirin. Ev windahiya saetan beramberî wê yekê ye ku 195 milyon kes ango karkerên ku kar dikirin e. 
 
Li gorî raporê ji pêncan çar kesan li herêmên kargehên xwe girtine dijîn. Di raporê de tê gotin di dinyayê de herî zêde sektorên wek konut û xizmetên tenduristiyê, hilberîn, perakende, bazirganî û îdarî di bin bandorê de mane. Her wiha di raporê de tê gotin dibe ku ku ji ber vîrûsa koronayê bibe sedemê windakirina karê 195 milyon kesan.