Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me

img

MELETÎ – Li Taxa Dedeyazê ya Meletiyê, kana madenê jiyan li şêniyên taxê herimandiye. Şêniyên taxê, anîn ziman ku ji ber ku raya xwe nadin AKP'ê, bi tiştên bi vî rengî re rû bi rû dimînin. 

Li Taxa Dedeyazi ya navçeya Wêranşar a Meletiyê, "Kana Hesin û Tesîsa Zengînkirina Şikandin Bêjandinê" jiyan li şêniyên taxê herimandiye. Li vê taxa nêzî 200 mal lê hene û hemû jî elewî ne. Toz û dûmana kanê kiriye ku êdî bêhna şêniyên taxê dernayê. Ên herî zêde bandorê ji kanê digirin jî kesên nexweş in. 
 
Şêniya taxê Seyîcan Înce, anî ziman ku nexweşîna astimê pê re heye û ji ber toza kanê tim diçe nexweşxaneyê. 
 
NIKARIN DERIYÊ MALA XWE JÎ VEKIN 
 
Înce, bilêv kir ku jiyan lê herimiye û got: "Êdî bi zorê bêhê distînim. Ji roja ku kan hatiye çêkirin heya niha zehmetiyê dikişînim. Kincên me ku em li baxçe radixin, di nav tozê de dimînin. Ji mecbûrî em dîsa dişon. Ji ber tozê em nikarin deriyên xwe vekin. Kaniyên me yên ava vexwarinê çikiyan. Cîhwarên me yên pîroz bi kemçeyan xera kirin." Înce, diyar kir ku kana madenê protesto kirine, lê belê cendirmeyan udaxileyî wan kiriye û got: "Darazeke ketiye tora siyasetê heye. Ma em ê derdê xwe ji kê re bibêjin. Mafdariya me îllegalîze dikin. Di dema şermezarkirina kana madenê de tahd eli hevalên me kirin. Di dewleteke hiqûqê de tiştekî wiha ne mimkun e." 
 
Înce, anî ziman ku şêniyên taxê bi cotkariyê debara xwe dikin, lê belê ji ber tozê darên wan giş hişk bûne û kes nikare zebze biçîne. 
 
‘ŞÎRKET HÊZÊ JI ÎQTIDARÊ DIGIRE' 
 
Înce, destnîşan kir ku Mîr Şîrket, xwediyê kana madenê, hêza xwe ji îqtidarê digire û got: "AKP'ê ev kana madenê anî taxa me. Îqtidar xwe li bêdengiyê datîne, sedem jî ji ber ku ev der taxa elewiyan e. Me doz vekir, niha li Şûraya Dewletê ye. Lê bawer nakim ku Şûraya Dewletê biryareke adil bide. Ji lew re îqtidarê darizandina adil ji holê rakiriye." 
 
‘JI BER KU EM ELEWÎ NE' 
 
Şêniyê taxê Riza Aktan jî destnîşan kir ku ji ber ku raya xwe nedane AKP'ê, AKP'ê kana madenê li gundê wan çêkiriye. Aktan, anî ziman ku dewlet xwedî li wan derneketiye û got: "Delîlên me hemûyan winda kirin. Me serî li gelek deveran da, tiştek jê derneket. Hêza me têra alîgirên AKP'ê nake. Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me." 
 
GUNDÎ: GEF LI ME XWARIN 
 
Aktan, bilêv kir ku xwediyê kana madenê gelek caran gef li wan xwariye û got: "Heger em di etra îqtidarê de bûna dê ev kana madena nekira bela serê me. Ma tenduristiya welatiyan girîng e an zengînkirina çend sermayedaran? Gelek caran gef li şêniyên taxê xwarin. Gotin, 'em ê vî gundî bi ser serê we de bînin xwar. Heke bivê em ê kesên çekdar bînin.' Ev şîrket hêzê ji ku digire?" 
 
Şêniyê taxê Ozgur Çelîkkaya jî got: "Em şêniyên Dedeyaziyê naxwazin vê rezaletê û vê tozê bikişînin. Demildest divê kana madenê bê girtin. He rdiçe erdên me û baxçeyên me bêtir hişk dibin. Heger wisa dewam bike em ê terka gund bikin. Demildest divê çareyek bê dîtin."